Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li rêkefta 02/04/2023 bi hevkariya rêxistina (Bidar), hevkariya nextîne li ser nîştecihên wargeha Xazir da dabeş kir.
Li vê çalakiyê de 80 malbat ku dike 299 kes sûdmend bûn. Bi giştî têçûya hevkariyê 3.200.000 dînarên Iraqî bû.
Her wiha bi hevkariya xêrxwazek rêkefta 03/04/2023 li wargeha Hesen Şam U2 li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, hevkariya nextîne li ser 85 malbatên nîştecihên wargehê da dabeş kir.
Li vê çalakiyê de 410 kes sûdmend bûn. Bi giştî têçûya hevkariyan jî 850.000 dînarên Iraqî bû.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya xêrxwazekî din, li rêkefta 03/04/2023 li wargeha Hesen Şam hevkariya nextîne li ser 53 malbatên nîştecihên wargehê da dabeş kir.
Li vê çalakiyê da jî 237 kes sûdmend bûn. Bi giştî têçûya hevkariyan jî 11.850.000 dînarên Iraqî bû.



