Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li dirêjahiya hevkariyên xwe yên ji bo xelkê kêm dahat û bi hemahengî li gel kompanya Korek Telekom, paketên xorekê dabeş kir. Ev proje li destpêka meha remezanê destpêkir û berdewam dibe.
Li dirêjahiya van çalakiyan da, rêkefta 03/04/2023 li tixûbê qeza Kelar û derubera wê 200 paketên xoreka hişk li ser 200 malbatên hejar û kêmderametên tixûbê li ber nivîsîngeha Germiyan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da hate dabeş kirin.
Roja din li rêkefta 04/04/2023 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li tixûbê qeza Xaneqîn û derubera wê 300 paketên xorekê li ser xelkê kêmdahat û hejar da dabeş kir.
Li van çalakiyan da 500 malbat sûdmend bûn.
Dabeşkirina 500 paketên xorekê li tixûbê Xaneqîn û Kelar
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest