Hevdîtina Independent Turkey li gel Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Independent Turkey (Independent Türkçe), li rêkefta 23/03/2023 raporekî têr û tije di derbarê karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li navçeyên ziyanberketiyên erdheja li Tirkiye û Sûriye bi nivîskî, heman demê de hevdîtinek li gel Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi deng û reng belav kir.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li destpêka wê hevdîtinê de, balkişandiye li ser wê yekê ku tîmên hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) piştî rûdana karesata erdheja Tirkiye, li Diyarbekir, Gimgim(Mereş), Semsûr, Riha, Dîlok û wan hemû cihên ziyanberketiyan amade bûn, tîmên Hikumeta Tirkiye jî piştevanê wan bûn.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de got: “Xalekî gelek girîng heye, ew jî eweye ku cenabê Serok Barzanî di demjimêra yekemê rûdana karesatê, me agahdar kir ku bi hemû awayekê hevkariya mirovî ji bo ziyanberketiyên erdhejê dabîn bikîn û wekî çawa xizmeta Hewlêr û Silêmanî û Dihok û Kerkûkê dikin, bi heman awayî xizmeta xelkê ziyanmend bikin, ewê li şiyana me û ji destê me hatiye, me çi kêmasî nekiriye. Pêdiviya wan ya rojane çi buye, li ser wan bingehan me hewl daye ji bo wan dabîn bikîn”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Cenabê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku heman demê de Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, tekez li wê yekê kiriye ku heta wê xelkê pêwîstî bi me hebê, li gel wan bimînîn û hevkariya wan bikin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dilgiraniya xwe di derbarê karesatê ve bi vî awayî derbirî: “Mixabin ew karesat, karesatekî gelek mezine û gelek kes hejmarekî zêdeyê endamên malbata xwe û her wiha karên xwe ji dest dane. Ji bo wê yekê birastî her hemû ziyanberketiyan pêwîstiya wan bi alîkariyeke zêde heye, ji bo wê yekê me biryarê daye, heta pêwîstiya wan bi me hebê, li gel wan da dibîn”.
Birêz Musa Ehmed li dawiya axaftina xwe de, balkişand li ser çawayiya damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li sala damezrandinê ve (2005) heta niha ji bilî li navxweya Kurdistanê li welatên Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye, Bakûrê Kurdistanê, Sûdan, Bengladeş, Lubnan, Yemen û gelek welatên din alîkariyên mirovî bi xelkê lêqewimî re gihandiye. Wekî axaftina dawî jî got: “Em hewl didîn li Tirkiye û Sûriye jî nivîsîngehek vekîn, ji ber ku gelek kert heye ku dikarîn xizmeta xelkê ziyanberketiyan bikîn, hinek ji wan: alîkariya zarokan, rahênan û veberhênan û gelek projeyên din ku rewşa wan ber bi baştir ve bibe”.
Lînka hevdîtina Independent Turkey li gel Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Bitikîne

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest