Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li dirêjahiya hevkariyên ji bo xelkê kêm dahat û bi hemahengî li gel kompanya Korek Telekom, li meha remezana pîroz da paketên xorekê dabeş dike. Ev proje li destpêka meha remezanê destpêkiriye û berdewam dibe.
Sitaf Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 27/03/2023 ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî nerîtekî salane li meha remezana pîroz, serdana xelkê kêm deramet dike, îsal jî paketên xoreka hişk dabeş dikîn ku pêkhatiye ji (birinc, rûn, nîsk, doşava temate, savar, ard, şekir û çend cûreyên din, ji bo ku xelkê kêmderamet bikarin li meha remezanê sûd jê bibînin”.
Ewe jî xiste rû ku li wê çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de 3.600 paketên xorekê hatine dabîn kirin, beşa Hewlêrê ji bo 800 malbatane û îro (27/03/2023) li taxa Tureq li Hewlêrê dest bi dabeşkirina wê hatiye kirin.
Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêr ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di derbarê bi destnîşankirina malbatan ji bo sûdmendbûna ji wê çalakiyê got: “Bi hemahengî li gel Wezareta Kar û Karubarê Civakî û Parêzgeha Hewlêrê, serjimêriyeke tevahî hatiye kirin, komek malbatên hejar û kêm deramet hatine destnîşan kirin, ji bo ewe jî komek pêver hebun, hinek ji wan kirêçî û kêm deramet bin û rewşa abûriya wan xerap bê”.
Ji aliyê xwe ve Araz Tutunçî kompanya Korek Telekom, di derbarê bi heman çalakiyê got: “Di destpêkê de gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku hemû salek rolekî bilind li yarmetîdana wê xelkê de hebûye ku pêwîstiya wan bi yarmetiyê heye. Me jî wekî kompanya Korek Telekom 12.000 paketên xwarinê amade kiriye, bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sora Iraqê, li Kurdistan û bajarên dinê Iraqê dabeş dikîn