Wezîrê Derveyê Tirkiye û rêxistinên alîkariyên mirovî spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin

Wezîrê Derveyê Tirkiye di dema pêşwazîkirina li Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasî hevkariya bi lez ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo navçeyên erdhejê kir, li twitek da jî li tora civakiya twitterê ragihand: “Min pêşwaziyê li Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku li piştî erdheja Tirkiye hevkariya me kirin. Em spasiya hevkarî û piştgîriya wan dikîn”.
Mevlûd Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye, êvariya roja çarşemê rêkefta 22/03/2023 li nivîsîngeha xwe ya taybetî ya li Wezareta Derveyê Tirkiye, pêşwaziya Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li gihandina hevkarî û bi hanaveçûna lêqewimiyên karesata erdheja welatê xwe bilind nirxand.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di derbarê civîna xwe ya li gel Wezîrê Derveyê Tirkiye got: “Civîneke girîng bû, em dixwazin ji bilî li karên xwe yên rojaneya xizmetguzariyê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistan û li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, muhleta fermî werbigrîn ji bo mayîn û vekirina nivîsîngehê û berdewam bîn li xizmetguzariyên xwe ku çendîn kertan li xwe digre. Helwesta aliyên peywendîdar jî li wî warî da gelek erênî bû”. Her wiha got: “Spasî birêz Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye dikîn, meha derbasbûyî jî me bi telefonê axaft û li gel cenabê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê jî axaft û spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tîmên wî kir ku yekem tîm bûn gihîştin Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, her wiha spasî Serok Barzanî û Serok Wezîrê Kurdistanê û serdana cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û hemû xelkê Kurdistanê kir”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eve jî xiste rû ku karhêsanî ji bo wan hatiye kirin, bi taybet ji bo gihîştina tîmên hawarçûnên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Efrînê, her li vî derbarî de got: “Eger piştevanî û karhêsaniyên wan nebûya, me nedikarî bigihîn Efrînê, ji bo wê yekê spasî hevkariyên wan dikîn”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behsa ewe jî kir, piştî wê yekê ku li rêkefta 20/03/2023 di dema pêkirina agirê newrozê da li Cindirêsê, grûpa Ehrar Şerqiye, destdirêjiya gulleyan li ahenggêran kir û bi vê sedemê çar kes canê xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê raspardiye, daxwaza sizadana tawanbaran bike, soza ewe jî ji Wezîrê Derveyê Tirkiye wergirtiye ku dûvdaçûneke ciddî bike û tawanbaran bigihînin bi sizayên xwe.
Li dirêjahiya hevdîtina Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şanda pêre li gel berpirsên hikûmî û nehikûmî li welatê Tirkiye, rêkefta 22/03/2023 li Stenbolê serdana Bulend Yildirim Serok û Damezrênerê Dezgeha Bihanaveçûna Mirovî (IHH) kirin.
Li vê hevdîtinê de behsa projeyên hevbeş û hemahengiya zêdetir ya ji bo xizmetkirina ziyanberketiyên karesata erdhejê kir. Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Bihanaveçûna Mirovî (IHH), spasî bi lez gihîştina tîmên hawarçûnên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo bihanaveçûna qurbaniyên erdhejê kir.
Roja din (22/03/2023) Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şanda pêre serdana Heyva Sora Tirkiyê kirin û li gel Îbrahîm Altan Birêveberê Giştî yê rêxistinê li bajarê Enqerê civiyan. Ji bilî spaskirina hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo navçeyên erdhejê, guftûgoya plana paşerojê ya hevkariyên mirovî û karên hevbeş yên ji bo hevkarîkirina lêqewimiyan ya li meha remezanê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest