Parlementerên Almanya karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind dinirxînin

Parlementerên Almanya karê miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind dinirxînin û hêvîdarin hevkarî û hevbeşiya di navbera Dezgehê û rêxistinên miroviyên Almanya bêne bihêztir kirin.
Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgehê û Endametiya Awat Mistefa û Rewac Hacî Endamên Desteya Kargêrî û Şêro Simo Cuq, Berpirsê Nivîsîngeha Şingalê li rêkefta 27/04/2023 serdana Parlemena Almanya kirin û li gel hejmarek ji Parlementeran civiyan.
Li civînê de ku her yek ji Parlementerên Anglîka Brîggêr, Nîls Şimîd û Rodrîk Kîsîwêter amade bûn, her wiha Maks Luks Parlementerê Almanî li Yekîtiya Ewrupa bi awayeke serhêl(online) beşdar bû, di destpêkê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî hewla wan parlementeran kir, bi taybet her du parlementer Maks Luks û Anglîka Brîggêr ku roleke diyar li nivîsîna yasaya bi jenosaydnasandina tawankariyên li dijî Kurdên Êzdî hebû.
Musa Ehmed ji bilî xistine rûya hewl û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo xizmetkirina mirovayetî û peyama mirovî û lêqewimiyan, daxwaz jî li wan parlementeran kir, hana rêxistinên miroviyên Almanya bidin, bo ku zêdetir bi pir çalakî û bi hanaveçûnên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bên û hemahengiya xwe bihêztir bikin.
Parlementeran ji bilî destxweşîkirina li kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, pêzanîn û destxweşiyeke taybetî jî anîn ziman, ji bo bi lez bi hanaveçûna tîmên hawar çûnên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo navçeyên erdheja li Sûriye û Tirkiye.
Parlementeran dûpat jî kirin ku piştevaniyê li xelkê Kurdistanê û karên mirovî û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin. Hêvîdar jî bûn peywendî û hemahengî û hevbeşiya Dezgehê û rêxistinên miroviyên Almanya ji bo xizmeta lêqewimiyan zêdetir bê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest