Xêro Ebas, Rojîn û Hanî serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin
Sê hunermendên navdarê Kurdistanê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin, destxweşiyê li kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û amadehiyê ji bo her cûre hevkariyeke Dezgehê derdibrin.
Her sê hunermend Xêro Ebas, Rojîn û Hanî ku beşdariyê li konsera “Hêvî û hêz ji bo zarokên tûşbûyê şêrpençe”yê kiribû, rêkefta 30/04/2023 serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kirin û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de her sê hunermendan ji bilî derbirîna xweşhaliya bi kar û berhemên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkar û hewlên wan ya ji bo piştevanî û hevkarîkirina zarokên tûşbûyên şêrpençeyê bilind nirxandin, her wiha kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kertên cûda cûda û bi taybetî li warê tendirustiyê de bi pêzanîn û rûmetê ve behs kirin.
Her sê hunermendan, amadehiyeke tevahî ji bo piştevanîkirina li her çalakiyeke dinê mirovî ya Dezgehê derbirîn û hêvî jî xwestin li paşerojê de jî bikarin beşdariyê li kampanya û çalakiyên dinê mirovî yên Dezgehê de bikin.
Li vê serdana her sê hunermendan de, serdana beşên cûda yên Serokayetiya Dezgehê kirin. Wekî rêzlênanek ji bo beşdariya li konsera hêvî û hêz ji bo zarokên tûşbûyên şêrpençeyê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêzlênana taybet pêşkêşî her sê hunermendan kir.
Konsera “Hêvî û hêz ji bo zarokên tûşbûyê şêrpençeyê”, li rojên (28 -29/04/2023 ) li hola Se’ed Abdulla ya li bajarê Hewlêrê birêveçû.
Roja yekema konserê ji aliyê Rojîn xanima hunermenda Bakûrê Kurdistanê û Helwest Mihemed hunermendê Başurê Kurdistanê ve hate pêşkêş kirin.
Roja duyem Hanî Muctehîdî xanima hunermenda Rojhilatê Kurdistanê û Xêro Ebas hunermendê diyarê Rojavayê Kurdistanê konserek pêşkêş kirin.
Cemawerekî zêdeyê welatiyan pêşwaziyê li wê hengava mirovî kirin û beşdarî konserê bûn. Hemû dahatên konserê jî ji bo zarokên tûşbûyê şêrpençeyê hate terxan kirin.
Hunermend destxweşiyê li karên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest