Bi amadebûna birêz Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), Roy Philips û Karîn Philips Nûnerên Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî, rêkefta 30\05\2023 li kongreyekî medyayî da projeya dirustkirina 127 polên xwendinê li xwendingehên Herêma Kurdistanê ragihandin.
Di destpêkê de birêz Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û ji bilî derbirîna spas û pêzanînên ji bo hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê yên li kerta perwerdeyê, balkişand li ser wê yekê ku li rêkefta 01\06\2023 proje dikevê warê bi cîhkirinê û mebesta serekî jî kêmkirina sê dewamî ya li navendên xwendinê ye, eve jî xisterû ku ji aliyê rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve rizamendiya dirustkirina zêdetir li 294 jûrên xwendinê hatiye dayîn ku zêdetirê wan hatine bi cîh kirin.
Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Herêma Kurdistanê, eve jî eşkere kir li destpêka destbikarbûna kabîneya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê ve, 139 xwendingeh sê dewamî bûn, niha kêmbûne heta 50 xwendingehan, tekez jî li wê yekê kir ku ew proje jî ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê ve tê encamdan, wiha dike kêmtirê 10 xwendingehan sê dewamî bimînin. Heman demê de got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sala derbasbûyî jî 203 navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê bi Kerkûkê ve jî nûjen kiriye, îsal jî du milyar dînar ji bo vê projeyê hatiye terxan kirin ku hewl didîn berî dewama sala 2023 -2024 proje bi dawî bibê. Ji bo wê yekê spasiyeke taybetî li hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û (LDS) dikîn ku berdewam hevkarê me bûn”.
Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, tîşk xiste li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li destpêka damezrandinê ve girîngiyeke zêde li warê perwerde daye û hîç salek jî nebuye ku projeyekî karîgerî li hemû sêkteran nebê. Heman demê de spas û pêzanînên xwe ji bo hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) derbirî û got: “Birastî (LDS) birayane li hemû projeyên xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de li gel me da bûn û hevbeşiyê kirine”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku cenabê Serok Barzanî berdewam rênişanderiya me kiriye bo ku diruşma Barzaniyê Nemir ku kerem kiriye: “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”, bi kirdarî bikin. Her wiha cenabê Mesrûr Barzanî ku Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) e, rêberayetiya me kiriye ku bi destê pir li wan hemû aliyên ku pêdiviyên jiyanê xelkê me ye û li mîhvandariya wê xelkê ku rû li Herêma Kurdistanê kirine, roleke bilind bibînin. Di derbarê bi projeyê jî got: “Em heta li şiyana me de bê, projeyê berfirehtir dikîn, herdem jî piştgerm buyîn bi sermayedar û xêrxwaz û hevbeşên xwe yên li navxwe û derve ku herdem me gotiye wekî çiya li pişt me rawestane”. Daxwaz jî ji xwediyê kargehên bi taybetî çîmento, şîş, blok û pêdiviyên xanûbere kir, destê hevkariyê dirêj bikin, bo ku bi tevahî bikarîn sê dewamiyê li navendên xwendinê nehêlîn û jîngehekî baştir ji bo xwendina xwendekaran desteber bikin.
Paşê birêz Roy Philips gotarek pêşkêş kir û di despêkê de xweşhaliya xwe ya di derbarê bi amadebûna xwe û hevjîna xwe (Karîn Philips Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî) li rêwresma ragihandina projeyê derbirî. Heman demê de got: “Şerefmendîn bi beşdarîkirina li gel Wezareta Perwerde û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo binyadnana paşerojeke baştir ji bo zarok û dayik û bavên li Herêma Kurdistanê. Ev proje gelek ciwane û komek guhertin ji bo nifşa paşerojê dirust dike, yek ji ewlewiyetên Dezgeha (LDS) jî babeta perwerdeye, li gel pêşketina Kurdistanê zarok jî divê hêl û derfeta baş ji bo binyadnana paşerojeke baştir hebê”.
Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî hevbeşiya rêxistina (One vision) kir û got: “Ewan jî li vê projeyê da beşdarin û li salên derbasbûyî jî hemahengiyeke ber bi çav li gel me hebu, mixabin Nûnerê wan nekarî îro li vê rêwresmê da amade bibe”.
Li beşa dawiya ragihandina projeyê jî da birêz Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Herêma Kurdistanê bersîva pirsiyarên medyakaran da.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya dirustkirina 127 polên xwendinê li xwendingehên Herêma Kurdistanê ragihand
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest