Serokê (BCF) pêşwaziya şandekî bilinda Suudiye kir

Mihemed Bin Selman Elesîrî Konsûlê Suudiye li Hewlêr û Dr Îbrahîm Eldoserî Nûnerê Navenda Şah Selman, rêkefta 29\05\2023 serdana Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de bi kurtî behsa kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li 17 salên derbasbûyî da kirin, her wiha zêdetir tekez li ser karê hevbeş ya li paşerojê de kirin.
Suudiye, Îmarat û Kuweyt ji wan welatane ku bi taybetî li projeya zarokên azîz (sêwî) de, hevkariya nextîne terxan kirine, ji niha de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyên zêdetir li 17 hezar zarokên azîz (sêwî) dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest