Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewame li vekirina xul û meşqpêkirina koçber û penaber û xelkê xwecihî, ji bo vê mebestê jî pişta xwe bi Navendên Rewşenbîriyan bestiye ku li nav wargehan de çalakiyên wan heye û kesên şareza û pîspor wane têda didin.
Li çarçêweya çalakiyên Navendên Rewşenbîriyan, Nûnerayetiya Akrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî, rêkefta 25/05/2023 li wargeha Akrê, xula komputerê ji bo xwendekarên pola heft vekir û 15 xwendekarên nav wargehê têda beşdariyê kirin.
Heman demê de her li wê wargehê de xula zimanê Îngilîzî ji bo xwendekarên pola yek ya seretayî vekirin, her li heman rêkeftê li wargeha Xankê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya rêxistina (ICFM) dawiyê bi xulekî zimanê Îngilîzî anî. Ev xule ji bo 60 rojan berdewam bû û têda 20 keç û 15 kur beşdarbûn, li dawiyê de bawername bi beşdarbûyên xulê pêşkêş kirin.
Navendên Rewşenbîriyên li wargehên koçber û penaberan zêdetir girîngiyê didin bi vekirina xul û meşqpêdana nîştecihên wargehan bo ku bikarin li rêya wê meşq û rahênanê hela kar ji bo wan birexsênê û bikarin debara jiyana xwe pê dabîn bikin.
Vekirina çendîn xulên rahênan û pêdaçûna bi waneyan li wargehên tixûbê Dihokê
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest