Şîma San Xutba, Nûnera Unicef li Iraqê û Seyfedîn Nimir Nûnerê Unicef li parêzgeha Dihokê, rêkefta 24/05/2023 serdana wargeha Xankê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê kirin û ji aliyê Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û kargêriya wargehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Piştî guftûgo li ser rewşa koçberên nîştecihên wargehê, serdana beşên nav wargehê û çend malbatan kirin.
Mebesta vê serdanê agahdarbûna li rewşa jiyana nîştecihên nav wargehê û xwestekên wan bû.
Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî ya (Rêxistina Parastina Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî (United Nations Children’s Fund), bi kurtî Unicef (UNICEF), navendekî Neteweyên Yekgirtî ye ku yarmetiya mirovdostaneya demdirêj ji bo zarokan û dayikên welatên li rewşa pêşketinê dane dabîn dike.
Unicef li civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî li 11ê kanûna yekema sala 1946, ji bo amadekirina xorek û parastina tendirustiya zarokên wan welatan hate dirust kirin ku li şerê duyema cîhanî de hatibûn wêran kirin.
Nûnera Unicef li Iraqê serdana wargeha Xankê kir
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest