Şahzade Dushes Sofî (Şahzadeya Brîtanî) serdana wargeha Qadya kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 24/05/2023 li wargeha Qadya (Rewange) ya li tixûbê parêzgeha Dihokê, pêşwaziya xanima Şahzade Dushes Sofî Hevjîna Mîr Edward Dukê (Birayê Paşa Çarlsê Şahê Brîtanya), Balyozê Şahnişîna Brîtanya li Iraqa Federal û Konsûlê Giştî yê Şahnişîna Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.
Li civînê de piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa wargehê û xistinerûya xizmetguzariyên hatine pêşkêşkirin û arîşe û giriftên nîştecihên wargehê, Şahzade û şanda li gel serdana nava wargehê û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ya li wargehê kirin ku li gel hevbeşên xwe encam dide. Heman demê de serdana hejmarek ji malbatên nîştecihên wargehê kirin û palpiştîkirina welatê xwe ji bo hevkarî û baştirkirina rewşa nîştecihên wargehê dûpat kirin.
Li dawiyê de şandê spas û pêzanînên xwe ji bo karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê mirovayetiyê de derbirî.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) serpereştiya 35 wargehan dike. Bi giştî 25ê wan wargehan ji bo koçberan û 10 wargeh jî ji bo penaberane. Bi giştî 266,724 malbat ji koçber û penaberan li wan wargehan de dijîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest