Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja dûşemê rêkefta 15\05\2023 kerevaneyekî ji bo rêxistina Gurçîleparêzên Kurdistanê – Leqa Germiyan dabîn kir.
Leqa Germiyan ya rêxistina Gurçîleparêzên Kurdistanê ji bo raperandina karubarên rojane û kargêrî û îdariyên wan hîç cîhek nebû, ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi lez kerevaneyekî ji bo wan dabîn kir, bo ku bikarin karubarên xwe yên rojane birêvebibin.


