Şandekî Yunanî ku pêkhatibûn ji Maryos Kalyas Birêveberê Ajansa Penaberên Yunanîstanê, Sofoklîs Mandelîdîs Şêwirmendê Dîplomasiyê ya Wezareta Koç û Penaberên Yunanîstanê û Stafros Kîrmîs Konsûlê Yunanîstan li Hewlêrê, li gel şanda fermangeha peywendiyên derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê, rêkefta 14\05\2023 serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi germî hatin pêşwazî kirin.
Mebesta vê hevdîtinê nirxandina ezmûna her du aliyan bû li warê birêvebirina karubarên penaberan û koçberan. Li civînê de tîşk xistin li ser komek babetên peywendîdar bi qeyrana koçberan û karê pêkveyî û biryar hate dayîn, li paşerojê de li warê rahênan û dirustkirina hela kar û her wiha girîngîdana warê perwerde karê pêkveyî bikin û peywendiyan kûrtir bikin.