Scot Torner Yarîdederê Cîgirê Wezîrê Koç û Penaberên Amerîka û şanda li gel, li rêkefta 14\05\2023 serdana wargeha Hesen Şam ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kirin û ji aliyê Sîtav Aso Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêr ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Naz Celal Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan ve hatin pêşwazî kirin.
Li civînê de piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa wargehê û xistinerûya xizmetguzariyên pêşkêşkirî û arîşe û giriftên nîştecihên wargehê, Cîgirê Wezîrê Koç û Penaberên Amerîka û şanda li gel serdana nava wargeh û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF)ya li wargehê kirin ku li gel hevbeşên xwe encam dide. Heman demê de serdana hejmarek ji malbatên nîştecihên wargehê kirin û palpiştîkirina welatê xwe ya ji bo hevkarî û baştirkirina rewşa guzeraniya nîştecihên wargehê dûpat kir.
Li dawiyê de şandê spas û pêzanînên xwe ji bo karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê mirovayetiyê derbirîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) serpereştiya 35 wargehan dike. Bi giştî 25 ji wan wargehan ya koçberane û 10 wargeh jî yên Penaberane. Bi giştî 261.151 kesên ji koçber û penaberan li wan wargehan da dijîn.
Cîgirê Wezîrê Koç û Penaberên Amerîka serdana wargeha Hesen Şam kir
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest