Konsûlê Yunanîstan li Hewlêrê Stafros Kîrmîs û şanda li gel ku ji Maryos Kalyas Birêveberê Ajansa Penaberên Yunanîstanê û Sofoklîs Mandelîdîs Şêwirmendê Dîplomasiya Wezareta Koça Yunanîstanê pêkhatibûn, bi mebesta ezmûna wergirtin û şêwazên îdaredana wargehan, rêkefta 13\05\2023 serdana wargeha Dareşekran ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kirin û ji aliyê Sîtav Aso Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêrê ya BCF û Naz Celal Birêvebera Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan ve hate pêşwazî kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) serpereştiya 35 wargehan dike. Bi giştî 25 ji wan wargehan yên koçberan û 10 wargeh jî ji bo penaberane. Bi giştî 261.151 kesên ji koçber û penaberan li wan wargehan de jiyana xwe bi ser dibin.