Hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo ziyanberketiyên erdheja li Tirkiye û Sûriye

Li jêr rênimayî ya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîmên rizgarkirina damezraweyê û karwanên hawar çûnê roja dûşema 6ê şubata 2023 ji bo yarmetîdana ziyanberketiyên erdhejê ber bi Tirkiye birêketin.
Piştî ku berî sipêdehiya roja dûşema rêkefta 06/02/2023 erdhej bi hêza 7.8 pile parêzgeha Gimgim (Kahramanmaraş) ya li Bakûrê Kurdistanê(Tirkiye) hejand ku buye sedema wêrankirina (10) bajarên li Tirkiye û çend bajarên li Sûriye, tîmekî pîsporê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê karvedana hawarçûnê da ku bi hemû pêdiviyên pizîşkî ve hatibûn rêkxistin, ji bo yarmetîdana qurbaniyên karesatê gihîştin Tirkiye. Karwana yekem ji 15 otombêl û 50 karmendên hawarçûnê pêkhatibûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewlên hevbeşên xwe bi hemahengiya li gel Wezareta Tendirustî û Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan (JCC) ya ser bi Wezareta Navxweya Hikumeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdarên din destpêkir.
Her wiha tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo yarmetîdana qurbaniyên erdhejê xwe gihandin tixûbên Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) jî, niha jî rêkarên kargêrî ji bo derbasbûna ji xalên tixûbiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bakûrê Sûriye tewam bûn.
Piştî gihîştina tîman li ser bajarên (Îslahiye, Diyarbekir, Semsur(Adiyaman), Nurdax, Riha(Urfa), Gimgim(Kahramanmaraş) û Antebê dabeş bûn û dest bi helmeta pêşkêşkirina (xwarina germ, xwarina bi lez, xwarina hişk, betanî û doşek, kon, pêdiviyên zarokan û ava vexwarinê, li gel ewe jî tîmekî tendirustiyê ku pêkhatibûn ji (3) ambulans û (15) karmendên tendirustiyê xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêşî bi birîndaran û nexweşên li Îslahiye kirin. Karwana hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî yekem rêxistina mirovî gihîştin Efrînê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest