Birîkarê Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê serdana wargeha Xazir kir

Casim Eletiye Birîkarê Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê, li rêkefta 14\05\2023 serdana wargeha Xazir kir û ji aliyê Sîtav Aso Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêr ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Sîrwe Resûl Birêvebera Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan û Naz Celal Birêvebera Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan ve hate pêşwazî kirin.
Li civînê de piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa wargehê û xistinerûya xizmetguzariyên hatine pêşkêşkirin û arîşe û giriftên nîştecihên wargehê û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), ku li gel hevbeşên wan encam dide. Serdana hejmarek ji malbatên nîştecihên wargehê kir û soza hevkariya ji bo baştirkirina rewşa jiyana nîştecihên wargehê dûpat kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) serpereştiya 35 wargehan dike. Bi giştî 25 ji wan wargehan ji bo koçberane û 10 wargeh jî ji bo penaberane. Bi giştî 261.151 kes li koçber û penaberan li wan wargehan de dijîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest