Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya rêxistina (Life Line),
rêkefta 15/05/2023 li wargeha Dawidiye ya li tixûbê parêzgeha Dihokê, dawiyê bi du xulên rahênana pîşeyî ya ji bo jinên nîştecihê wargehê anî.
Xula yekem, fêrkirina zimanê Erebî bû ku ji bo yek salan berdewam bû. Li wê çalakiyê de 7 jin sûdmend bûn.
Xula duyem ya ji bo fêrkariya arayîş û ciwankariya jinan hatibû terxan kirin ku heta 9 rojan berdewam bû. Li wê çalakiyê da jî 8 jin sûdmend bûn.
Bi giştî sûdmendên wan du çalakiyan 15 jin bûn, bawername jî bi hemûyan hate pêşkêş kirin.



