Şandekî welatê Holanda ku pêkhatibûn ji (Cust Klarînbîk, Nûnerê Taybet yê Koçberan, Karlo Wît û Nîlz Diroyn, Berpirsên Bilindên Siyasî) rêkefta 17\05\2023 serdana wargeha Behirke ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kirin û ji aliyê Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kargêriya wargehê ve hatin pêşwazî kirin.
Li civînê de piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa wargehê û xistinerûya xizmetguzariyên hatine pêşkêşkirin û arîşe û girifta nîştecihên wargehê, şanda Holandî serdana nava wargeh û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ya li wargehê de kirin ku li gel hevbeşên xwe encam dide. Heman demê de serdana hejmarek ji malbatên nîştecihên wargehê kirin û palpiştîkirina welatê xwe ji bo hevkarî û baştirkirina rewşa jiyana nîştecihên wargehê dûpat kirin.
Şandekî Holandî serdana wargeha Behirkeyê kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest