Balyozê Brîtanya serdana wargeha Hesen Şam kir

Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şanda li gel li rêkefta 08\05\2023 serdana wargeha Hesen Şam ya li tixûbê Parêzgeha Hewlêrê kir û ji aliyê Sîtav Aso Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêr ya BCF û Sîrwe Resûl Birêvebera Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan/ Hewlêr û kargêriya wargehê ve hatin pêşwazî kirin.
Li civînê de piştî wergirtina zanyariyên di derbarê rewşa nîştecihên wargehê û xistinerûya xizmetguzariyên hatine pêşkêşkirin û arîşe û giriftên koçberan, Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel serdana nava wargeh û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ya li wargehê kirin ku li gel hevbeşên xwe encam didin. Heman demê de serdana hejmarek ji malbatên nîştecihên wargehê kirin û palpiştîkirina welatê xwe ya ji bo hevkarî û baştirkirina rewşa guzeraniya nîştecihên wargehê dûpat kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serpereştiya 35 wargehan dike, 25 ji wan ji bo koçberan û 10 wargeh jî ji bo penaberane. Bi giştî 261.151 kesên li koçber û penaberan li wan wargehan de jiyana xwe bi ser dibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest