Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi amadebûna birêzan Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerde, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Xalîd Xoşnaw û hejmarek ji Parlementeran û nûnerên kompanyayan, bi hevkariya Korek Telekom, Mehtab û kompanyayên Kurdistanê, rêkefta 12\06\2023 li Hotela Dedeman li Hewlêr, 22 xwendekarên azîzên serkeftiya pola 12ê xelat kir.
Her li vê ahengê da di destpêkê de birêz Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerde, gotarek pêşkêş kir û piştî bixêrhatina amadebûyan, tîşk xiste li ser projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêmê bi taybetî li kerta perwerdeyê û balkişand li ser amarên proje û karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û got: “Sala par 203 xwendekar li tevahiya Kurdistanê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatine nûjen kirin, ji bo her xwendingehek 10.000 dolar hate xerç kirin, her wiha dehan hezar lîtir nefta spî ji bo navendên xwendinê hate dabîn kirin”. Behsa ewe jî kir ku ji bo îsal jî li projeyeke hevbeş 127 jûrên nû yên xwendinê li navendên xwendinê li Herêma Kurdistanê tê dirust kirin”. Tekez jî li wê yekê kir ku li projeya azîzan “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye sêwanek.
Paşê birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, li gotarek da bixêrhatina amadebûyan kir û rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû kertên xizmetguzarî û hawarçûnên li navxwe û her wiha derveyê welat bilind nirxand. Her wiha behsa beşa azîzan li nav Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û li amêzgirtina azîzan û xizmetkirina wan bi yek ji şanaziyan da zanîn. Xelatkirina xwendekarên azîzên serkeftî jî “yek ji karên hêja” yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi nav kir.
Parêzgerê Hewlêrê li beşa dawî ya gotara xwe de ji bilî pîrozbahiya li xwendekarên azîzên serkeftiyê pola 12 spasî kompanya û sermayedaran alîkarî bexşên navxwe û derveyê welat kir ku ji proje û karên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkarî û hevbeşiya wan kirine.
Li beşa dawî ya gotarên rêwresmê da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina mîhvanan, behsaî ewe kir ku yek ji amancên serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xizmetkirina perwerdeye û li wê çarçêweyê da jî karên ber bi çav hatine kirin. Di derbarê projeya xelatkirina xwendekarên azîzên serkeftî jî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku nûnerayetiya wê navê mezin dike ku Barzaniyê Nemir bavê ruhê yê neteweyê Kurde, îro şanaziyê dike bi nûnerayetiya wê navê, rola wan bavan dibîne ku mixabin niha ne amadene”. Tekez jî li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl daye li hemû warên jiyanê da “bavik asa” derî bi rûyê wan azîzan da veke. Heman demê de spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevbeşiyên sermayedarên komek bexşên navxwe û derveyê welat û Heyva Sora Îmaratî kir ku hevbeşekî bihêzê projeyên dezgehê bûn. Tekez jî li wê yekê kir ku ji bilî wan hemû rewşên nebaş ku li Kurdistan û navçeyê rû dane, ew herdem wekî çiyayek li pişt karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn. Ewe jî xiste rû ku heta niha zêdetirê 74 milyon dolar bi ser azîzan da hatiye dabeş kirin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li beşa dawî ya gotara xwe da got: “Yek ji daxwaziyên cenabê Serok Barzanî bûye, hîç zarokeke bê bav li Kurdistanê nemîne, li çarçêweya wê projeyê û gelek bi têr û tije xizmetguzarî pêşkêşî wan neyê kirin”. Paşê pîrozbahiyeke germ ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî xwendekarên azîzên serkeftiyê pola 12 kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li wê rêwresmê da spasnameyê bi sermayedar û kompanyayên alîkarî bexş re pêşkêş kir.