Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel Heyva Sora Îmaratî, projeya goştê Qurbanê ragihand

Bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Ehmed Elzahirî Konsûlê Giştî yê Îmarat li Hewlêr, rêkefta 20\06\2023 li civîneke rojnamevaniyê de ku li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû, projeya dabeşkirina goştê Qurbanê li Herêma Kurdistanê hate ragihandin.
Di destpêkê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gotarek pêşkêş kir, ji bilî derbirîna spas û pêzanînên hevbeşî û hevkariyên welatê Îmarat li projeyên mirovî û xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi taybetî ji bo koçber û penaberan û azîzan, balkişand li ser wê yekê ku bi hemahengî li gel birêz Konsûlê Giştiyê Îmarat li Hewlêr, biryarê dane, berî hatina cejna qurbanê “cejnaneyek” rabigihînin, her li vî derbarî de got: “Xelkê hejar û kêmderamet, koçber û penaber li wan rojan çavê wan li wê ye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî wê erka ku pê hatiye spartin ji bo xizmetkirina wan, li wan rojan da çi cejnaneyek ji bo wan heye. Em wekî salên berê bi hevbeşî li gel Dewleta Îmarat û her wiha wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya me heye, bo ku zêdetirê 10.000 malbat li vê cejnê da sûdmend bin.” Ewe jî xiste rû ku 104.000 dolar ji bo goştê Qurbanê terxan kirine ku 69.000 dolar dewlet û rêxistinên dewleta Îmarat li stûyê xwe girtine.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wekî navendek û cîhek lê hatiye û pirekî bihêze li navbera xelkê dewlemend û xelkê hejar û kêmderamet, heman demê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî û dewletên alîkarî bexş û bi taybetî xelkê sermayedarê Kurdistanê kir ku ji bo berfirehtir kirina vê projeyê hevkar û hevbeşê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bin.
Paşê birêz Ehmed Elzahirî Konsûlê Giştiyê Îmarat li Hewlêr, li gotarek da piştî pîrozbahiya cejna Qurbanê got: “Xwedayê mezin bi xêrê bigêrê li ser hemû welatan û bi taybetî Herêma Kurdistanê û Iraq û bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek. Heyva Sora Dewleta Îmarata Erebiya Yekgirtû û hemû rêxistinên xêrxwaziyê li welatê Îmarat wekî Dezgeha Xelîfe û dezgehên dinê xêrxwaziyê ku beşdarin ji bo pêşkêşkirina hevkariyê ji bo birayên koçber û penaberên ku Herêma Kurdistanê mîhvandariya wan dike îro bi helkefta hatina cejna qurbana pîroz, li ser heman rêyê berdewamîn, bi hevkarî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ku hevbeşê me yê serekiye li gel hemû rêxistinên xêrxwaziyên dewleta Îmarata Erebiya Yekgirtî, bi pêşkêşkirina goştê Qurbanê li cejna qurbanê ku 10.000 kes jê sûdmend dibin”.
Her wiha got: “Em berdewamîn li pêşkêşkirina destê yarmetiyê ji bo birayên me yên li koçber û penaberan û projeyên me û hemû rêxistinên me jî berdewamin li wê pêşkêşkirina ku birêz damezrênerê dewleta Îmarata Erebî daniye, ew bexşîn jî bi pêşkêşî wan hemû kesane ku pêwîstiyan pê heye û li hemû welatên cîhanê ne”.
Konsûlê Giştiyê Îmarat li Hewlêr, spasî rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Spasî birêz Serok Wezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê dikîn ku li wê projeyê palpiştiyeke tevahî li me kiriye. Her wiha spasî karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku rolekî girîng li pêşkêşkirina hevkariyê ji bo birayên me li koçber û penaberan heye. Her wiha spasî serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dikim ji bo mîhvandariya wê çîna girîng”.
Di dawiyê de jî got: “Li vê helkeftê de dûpatî hevkariyên rêxistinên Îmarat bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim, çendîn projeyên girîng jî li navbera me heye”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest