Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya bexşer û xêrxwazên Kurdistanê mûçeya Azîzan (zarokên sêwî) bi vî cûreyî dabeş kir:
Li Hewlêr rêkefta 19\06\2023 dest bi dabeşkirina mûçeya azîzan kirin.
Hemû sûdmendên yek bi yekên azîzan û bê hevjînên Nivîsîngeha Hewlêrê ji bo vê wecbeyê pêkhatine ji 827 azîz ku ji bo her yek ji wan 300 dolar hatiye dabîn kirin (9) kes ji van sûdmendan keçên mezinin û ji bo her kesek ji wan 100 dolar hatiye dabîn kirin.
Mûçeya Azîzên Kurdistanê – tixûbê parêzgeha Hewlêrê li sê cîhan (hola dabeşkirina Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hola (Komeleya Soran ji bo Çavdêriya Kêmendaman) li qeza Soran û hola (Navenda Bilê) li nahiyeya Bilê tê dabeş kirin.
Hewl û plan bi wê yekêye ku berî cejna qurbanê ev prose bi tevahî bê bi cîhkirin.
Li Kerkûk 639 azîz sûdmend bûn û 191.700 dolar li ser wan da hate dabeş kirin.
Bi giştî hemû azîzên li parêzgeha Silêmanî 596 azîzin û li devera Raperîn û qezaya Seyid Sadiq 235 azîz ji mûçeya Azîzan sûdmend bûn.
Rêkefta 18/06/2023 li Zaxo, mûçeya zarokên azîz hate dabeş kirin.
Li wê çalakiyê de 90 azîz sûdmend bûn, bi giştî pere 27.000 dolar bû.
Heman çalakî li (hola dabeşkirina nû) û (hola komeleya Soran ya ji bo çavdêriya kêmendaman) li Soran hate encamdan û (93) azîz li her du regez jê sûdmend bûn. Bi giştî pere 27.900 dolar bû.
Rêkefta 18/06/2023 li tixûbê Kelar û dewrubera wê mûçeya zarokên azîz hate dabeş kirin.
Li wê çalakiyê de 82 zarokên azîz sûdmend bûn. Bi giştî pere 24.600 dolar bû.
Rêkefta 18/06/2023 li devera Amêdî, mûçeya zarokên azîz hate dabeş kirin. Li wê çalakiyê de 87 azîz sûdmend bûn, bi giştî pere 26.100 dolar bû.