Berî vekirina xwendingehan proje têne temam kirin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 127 polên xwendinê ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê dirust dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevbeşiya Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî û rêxistina (One Vision) projeya dirustkirina 127 polên xwendinê ji bo 32 xwendingehên li Herêma Kurdistanê bi cîh dike.
Proje bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde û Birêveberiyên Perwerde li Parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Îdareya Serbixweya Germiyan, Zaxo, Raperîn û Soran beşekî hatine bi cîh kirin û heta niha jî berdewame. Biryar hatiye dayîn berî vekirina xwendingehan ya xwendina sala 2023 -2024 proje bêne temam kirin.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li destpêka damezrandinê girîngiyeke zêde li warê perwerdeyê daye û hîç salek jî nebuye ku projeyekî bi bandor li hemû kertan de nebê. Her wiha got: “Cenabê Serok Barzanî berdewam rêkariyê kirine bo ku diruşma Barzaniyê Nemir ku kerem kiriye: “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”, bi kirdarî bikin. Her wiha cenabl Mesrûr Barzanî ku Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ye, rêberiya me kiriye ku bi destên pir li hemû wan aliyên ku pêdiviya wan jiyana xelkê pê heye û li mîhvandariya wê xelkê jî ku rû li Herêma Kurdistanê kirine roleleke bilind bibînin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê projeya dirustkirina 127 polên xwendinê ji bo 32 xwendingehên li Herêma Kurdistanê got: “Em heta li şiyana me bê, projeyê berfirehtir dikîn, hem jî piştgerm bûyîn bi sermayedaran û xêrxwazan û hevbeşên xwe yên li navxwe û derve ku herdem me gotiye wekî çiya li pişt me rawestane”. Daxwaz jî ji li xwediyê kargehên bi taybetî çîmento, şîş, blok û pêdiviyên xanûbere kir, destê hevkariyê dirêj bikin, bo ku bi tevahî bikarîn sê dewamî li navendên xwendinê nehêlîn û jîngehekî baştir ji bo xwendina xwendekaran desteber bikin.
Mebesta serekiya encamdana wê projeyê nehiştina sê dewamiya xwendekaran bû.
Projeya dirustkirina 127 polên xwendinê ji bo wan xwendingehên ku sê dewam têda tê kirin, bi vî awayî ye:
Parêzgeha Dihokê 42 pol li 9 xwendingehan
Parêzgeha Hewlêr 15 pol li 5 xwendingehan
Parêzgeha Silêmanî 34 pol li 9 xwendingehan
Îdareya Serbixweya Germiyan 36 pol li 7 xwendingehan
Bi giştî ewan bi hemahengî û li rêya daxwaziyên Wezareta Perwerde ve têne bi cîhkirin, bi navê nehiştina sê dewamî li xwendingehan û girîngîdana bi kerta perwerde û rexsandina jîngehekî baş ji bo proseya perwerde û fêrkirinê.
Bi giştî têçûya projeyê 2.011.022.000 û têçûya karubarên îdarî 113.495.000 dînar bûye.
Sala par jî (2022) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 203 xwendingehên li tixûbê parêzgehên (Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Helebce û Nînowa) nûjen kirine. Têçûya projeyê 2 milyar û 144 milyon û 915 hezar dînar bû ku xizmetê bi 73.709 xwendekar û 6.445 mamostayan kiriye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest