Amerîka.. Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana rêxistina Peace Windsu pêşwaziya li Infinitus Salvatour kir

Li dirêjahiya serdanên şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Wîlayeyên Yekgirtiyê Amerîka, bi Serokayetiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û her yek ji birêzan Awat Mistefa û Karzan Nurî Endamên Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 14/08/2023 serdana rêxistina “Peace Winds”a Amerîkî li Washingtonê kirin û ji aliyê birêz Wayn Nîslî Birêveberê Giştiyê rêxistinê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste li ser kêmbûna hevkariyên mirovî yên ji bo Herêma Kurdistanê û girîngiya berdewambûna rêxistina navbihurî ya li pêşkêşkirina hevkariyan û girîngîdana bi meşqên pîşeyî û fêrkirina xelkê ji bo peydakirina helên kar.
Hêjayî gotinêye rêxistina “Peace Winds” yek ji wan hevbeşên herî girîngên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Herêma Kurdistanê ye û heta niha çendîn projeyên li kertên jiyanevanî û meşqên pîşeyî û peydakirina helên kar encam daye, biryare jî li paşerojê de projeyên li navbera rêxistina navbihurî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bêne berfireh kirin.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li heman rojê pêşwaziya Serokê rêxistina (Infinitus Salvatour) û damezraweya Pas li Amerîka kir ku biryare li paşerojeke nêzîk da hevkariyên xwe yên ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê destpêbikin. Her li vê hevdîtinê de bi hûrî behsa gîr û girift û kêşeyên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest