Bi amadebûna Nûnerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û hejmarek ji berpirsên hikûmî û nûnerên rêxistinên nehikûmî, rêkefta 03\08\2023 hevdem li gel nehemîn salvegera jenosayda Kurdên Êzdî, hemû nîştecihên wargehên koçberên li tixûbê parêzgeha Dihokê bi girseyî êrîşa nemirovaneya tarîperestên Da’îş li Şingalê şermezar kirin û bîranîna qurbaniyên wê tawana nemiroviyê bilind ragirtin.
Ew rêwresma pir bi matemênî hevdem li wargehên (Rewange, Mam Reşan, Şêxan, Dawidiye, Cem Mişko, Îsyan, Xankê, Bacid Kendal û Derkarê) li tixûbê parêzgeha Dihokê birêveçûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), hevdem li gel bîranîna wê tawana dijî mirovayetiyê da, daxuyaniyekê belav kirin ku li beşekî da hatiye: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li yekemîn roja êrîşa ser Kurdên Êzdî ji aliyê terorîstan ve û li gel koçberan û Êzdiyan bûye û bi giyanekî dilsozî û Pêşmergane hemû hewlekî xwe ji bo xizmeta koçber û lêqewimiyên Şingalê daye”.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wê daxwaziyê jî pêşkêşî Hikumeta Iraq û Wezareta Koç û Koçberan kiriye ku “Ji bo ferahemkirina jiyanekî bextewer û şerafetmendane, ji bo Kurdên Êzdî û hemû koçberên din, bi erkê xwe yê berpirsiyariyê rabin û xizmet vê xelkê lêqewimî bikin û her çi zû ye rewşeke baş ji bo vegerana wan ya li ser mal û warên xwe dirust bikin. Jiyanek ku êdî tirsa gefa çete û mîlîşiya û nakokiyên serbazî û dijminên tarîperestan nebê”.
Her li vê daxuyaniyê de daxwaz ji rêxistinên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên miroviyên navdewletî û welatên cîhanî hatiye kirin: “Piştevan bin ji bo ferahemkirina jiyanekî asayî ji bo Kurdên Êzdî ku ewe kêmtirîn maf û biçûktirîn qerebûkirina wane, berdewam jî bin bi jenosaydnasandina tawankariyên dijî Kurdên Êzdî li hemû welatan bo ku ew mafên wan yê zeftkirî li wan bê vegerandin”.
Çekdarên rêxistina terorîstiya Da’îş roja 3ê Tebaxa 2014 êrîşî Şingal û Rojavayê parêzgeha Nînowayê kir ji bilî komkujiya Kurdên Êzdî, keç û jinên Êzdî revand û wekî “Dîl” muamele li gel wan kirin ku heta niha jî ji bilî wan hemû hewlan hejmarekî zêdeyê wan li destê terorîstên Da’îş nehatine rizgar kirin.
Ew tawana nemiroviya çekdarên Da’îş beranber Kurdên Êzdî encam da, wiha kir ku li ser asta navxweya herêmî û navdewletî da, ewê rêxistina terorîstiya Da’îş dijî bi Êzdiyan li Şingal encam daye, bi “Jenosayd” bê nasîn.
Li çarçêweya hewlên Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ji bo jenosaydnasandina komkujiya Kurdên Êzdî, heta niha Brîtanya û 9 welatên dinê cîhanê, komkujiya Êzdiyan bi jenosayd nasandiye.









