Serdanên şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka berdewame

Li dirêjahiya serdana xwe ya şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka, bi Serokayetiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şanda li gel li rêkefta 14/08/2023 serdana Nûnerayetiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê kirin û ji aliyê birêz Trîfe Ezîz Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê û karmendên nûnerayetiya li Amerîka ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de behsa bihêzkirina peywendiyan li navbera rêxistinên miroviyên Amerîka û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û gihandina dengê koçber û penaber û lêqewimiyan bi raya giştiya Amerîkî û çawayiya anîna rêxistinên miroviyên wî welatî ji bo Herêma Kurdistanê kirin, bo ku xizmeta zêdetir bi koçber û penaber û lêqewimiyan bêkirin.
Roja din rêkefta 15/08/2023 damezraweya Pas li Amerîka, şîvek ji bo şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û komek kesayetî û bîrmend û akademiyên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka rêkxist.
Li çarçoveya wê şîvê de, bi amadebûna Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê rewşa Herêma Kurdistanê û koçber û penaber û ziyanberketiyên ceng û ew qeyranên ku cengê dirust kirine hate guftûgo kirin.
Her wiha tekez li ser bi cîhkirina rêkeftinnameya Şingalê kirin ku bi navê vegerana Kurdên Êzdî li ser warên wan, komek babetên dinê peywendîdar bi çareseriya demdirêj ya ji bo rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê jî hate guftûgo kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest