Amerîka.. Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel rêxistinên (CECF) û (TAPS) civiya

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi Serokayetiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dirêjahiya serdana xwe ya ji bo Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka, rêkefta 16/08/2023 li du civînên li gel rêxistinên (Carl and Egna Charitable foundation) û (Tragedy Assistance Program For Survivors), behsa rewşa pizîşkiya li Herêma Kurdistanê û girîngîdana bi kesên xwediyên pêdiviyên taybet û bi temendirêj û her wiha girîngîdana bi qurbaniyên ceng û malbatên wan kirin. Çendîn rêkarên derûnî jî guftûgo kirin, bo ku bikarin kesukarên qurbaniyên cengê wekî mirovên asayî vegerênin nava civakê û ew karesata ku dîtine îhmal bikin, yan herî kêm nerm bikin. Her du rêxistin xweşhaliya xwe bi hevdîtinê derbirîn û biryare li paşerojê de li Herêma Kurdistanê çendîn proje û çalakiyên hevbeş encam bidin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest