Civîna şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel Peymangeha Kurdî li Washington

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi dirêjahiya serdana xwe ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, rêkefta 16/08/2023 civîneke berfireh ji aliyê Peymangeha Kurdî li Washingtonê hate rêkxistin ku di derbarê bi rewşa mirovî li Kurdistanê û rêkeftinnameya Şingalê her wiha vegerandina koçber û penaberan û kêmbûna alikariyên navdewletî û hevkarî û alikariyên navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê de bû.
Li civînê de ku çendîn akademîst û kesên taybetmendê li warê mirovî beşdar bûn, guftûgoya têr û tije di derbarê rêkarên çareseriya kêşeyan, bi taybet çareseriya demdirêj û vegerandina koçber û penaberan kirin, her wiha girîngîdana bi rola jinan û bihêzkirina pêgeha jinan li civaka Kurdî û girîngîdana bi rizgarbuyan ji destê Da’îş, mijareke dinê guftûgoyên civînê bûn.

 

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest