Eve duyemîn sale ziyaretkarên Îranî, bi mebesta beşdariya rêwresma çileya Îmam Husên, li rêya dergehê gumrigiyê Hacî Omeran têne Hewlêr û piştî hewandinê, serdana cihên pîrozên li xwarêya Iraqê dikin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li van du salan da bi hemahengî li gel tîmên Hikumeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî û amadekariyek ji bo pêşwaziya ziyaretkaran encam daye.
Li civîneke rojnamevaniyê de ku rêkefta 26\08\2023 li Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê û cihê hewandina ziyaretkaran birêveçû, di destpêkê de birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, balkişand li ser wê yekê ku eve sala duyeme ziyaretkarên Îranî li dergehê navdewletiya Hacî Omeran ve têne Hewlêr û hemû xizmetguzariyek pêşkêşî wan tê kirin. Behsa ewe jî kir ku meha derbasbûyî serdana Îranê kiriye û her li vî derbarî de got: “Wezîrê Navxweya Komara Îslamiya Îranê ji bo pêşkêşkirina wan hemû xizmetguzariyan bi ziyaretkaran, spasî xelk û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir”. Her wiha got: “Bi me ragihandine, pêşbîniya hatina 500 hezar ziyaretkar li rêya deriyê navdewletiya Hacî Omeran dikin û rojane dû heta sê hezar ziyaretkar li wê deriyê ve tên”.
Birêz Parêzgerê Hewlêr tekez li wê yekê kir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadekariyeke tevahî ji bo pêşwazîkirina li ziyaretkaran kiriye, got: “Îsal amadekariyên baştir birêveçûn û kêmasiyên sala par hatine çareser kirin û komek lîjne ji bo karhêsaniya zêdetir û ji bo pêşwazîkirina li ziyaretkaran pêkhatine, ji wan lîjneya tendirustî, pêşwazî, ewlehî û asayîş, îsal jî rêjeya serdana ziyaretkaran beramber sala derbasbûyî zêde kiriye, her wiha ziyaretkaran ji şêwazê pêşwazîkirina îsal gelek razîne”.
Ji aliyê xwe ve birêz Nasrulla Reşnûdî Konsûlê Giştiyê Komarê Îslamiya Îranê li Hewlêrê, ji bo medyakaran got: “Amadekarî û xizmetguzariyên pêwîst ji bo ziyaretkarên li tixûbê deriyê Hacî Omeran hatiye dabîn kirin û li rojên pêş da hejmarekî zêdetirê ziyaretkaran ji wê rêyê ve serdana mezargehên pîrozên wan dikin, hêvîdarim ziyaretkarên birêz ku diçine cihên pîroz duaya xêrê ji bo xelk û Hikumeta Kurdistanê jî bikin, bo wan hemû xizmetgwazariyên ku pêşkêşî wan kirine”. Her wiha got: “Spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêr û hemû xelkê Kurdistanê dikîn ji bo pêşkêşkirina wan hemû xizmetguzariyên ku pêşkêşî ziyaretkarên me kirine”.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hefteyek berî hatina ziyaretkarên Îranî ji bo beşdariya li rêwresma matemêniya çileya Îmam Husên, dest bi amadekariyê kir û li parka Şehîd Samî Abdulrehman li Hewlêrê cihê hewandina wan (bi vexwarin û xwarinê ve û xizmetguzariyê tendrustiyê) ji bo wan dabîn kir û heta niha jî rojane pêşwaziyekî germ li ziyaretkaran dikin.