Hewlêr… Encamdana Workshopekî taybet bi nehiştina bazirganîkirina bi mirov

Nivîsîngeha Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li çarçêweya bi cîhkirina plana Herêmî ya ji bo mafên mirovan, roja sêşemê rêkefta 29\08\2023 li Hewlêrê, Workshopekî taybet bi mebesta bi cîhkirina wan raspardeyên navdewletî encam da ku peywendiya wan bi nehiştina bazirganîkirina bi mirovan ve hebû.
Beşdarbûyên panêlan pêkhatibûn ji birêzan: Dr Dîndar Zêbarî Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî û Serpereştiyarê bi cîhkirina plana Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên mirov û Umêd Salih Nûnerê (UNODC) ku bi hurî tîşk xistin li ser rêkarên nehiştina bazirganîkirina bi mirov li Kurdistanê û cîhanê û xwazyar bûn karên cidddîtir li vî warî da bêkirin û ber bi lezkirina proseya bi cîhkirina plana herêmî ya ji bo mafên mirovan li gor raspardeyên navdewletî hengavên kirdarî bê avêtin.
Workshop bi guftûgoya vekiriya beşdarbuyan bi dawî hat.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest