Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo duyemîn sale pêşwaziya ziyaretkarên Îranî dike ku ji bo beşdariya li rêwresma çileya Îmam Husên ji Hewlêrê ve serdana bajarên pîrozên xwarê ya Iraqê dikin. Hejmarek ji wan ziyaretkaran daxuyaniyên taybet ji bo medyaya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dan û spas û pêzanînên xwe ji bo hêsankarî û alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Hikumet û xelkê Kurdistanê derdibrin.
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Bi giştî spasî xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê dikin. Gelek spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê dikîn ku hemahengiyê li gel berpirsên birêz li Komara Îslamiya Îranê kirine ku ev derfet dirust bûye û hêsankariyeke zêde ji bo ziyaretkaran kirine. Her wiha gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn, bi rastî erkekê zêde ji bo xizmetkirinê qebûl kiriye. Eve çendîn sal bû me çaverê dikir û bi hesret bûyîn ku ev tixûb bê vekirin ji bo ziyaretkaran ku ji vir ve bi hêsanî bikarîn ziyareta mezarên Îmamên me yên pîroz bikîn. Her wiha dabînkirina ciheke wiha mezin û fireh û bi hemû xizmetguzariyan ve li vê Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi rastî cihê destxweşî û spasguzariye. Hemû ev kar bi navê serweriya şehîdên Îmam Husêne silav lê bê”.
Ewe gotineke mamostayekî olî bû ku xwe bi Hacî Şîrdil (Şêrdil) nasand.
Rojên dawî ya meha tebaxa sala 2023 ye û li rewşeke gelek germ da, ji sipêdê ve heta nîvê şevê û ve heta beyanî hêdî hêdî koster û mînîpasan digihin qada Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê û Ziyaretkar dadibezin, bo ku bîhna xwe vekin. Li nav ziyaretkaran da zarok, navsalî, bisalçûyî, her wiha hejmarekî zêdeyê xwediyê pêdiviyên taybet têne dîtin.
Fatîme Elî Muradî, jineke bi salçpyî ya xwediyê pêdiviyê taybete, ser girtî û kopalek jî bi dest ve ye, li serê nivîsiye “Ya Husên Abin Alî”, dema me pirsiyar kir, bi wê germayê û bi wê halî xwe ve çawa dikarê seferê wiha dûr bike? li bersîva xwe da got: “Seyidul şuheda Îmam Husên, giyanê xwe jî bi qurban bikîn, hê jî kême. Ez sala par jî hatim û her ji vir ve çûm Bexda û Necef û Kerbela”. Di derbarê bi asta razîbûna li hêsankarî û xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Xwedayê mezin û pêxemberê me silavên xwedê li ser bê û Îmamên me yên pak silav li wan bê, piştevanan bin, we (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) hemû hêsankariyek kiriye û xweda ji we razî bê”.
Metîn Sofyan, navciwanekî temen 16 salî nîştecihê bajarê (Urmiyê) ye û li gel dayika xwe hatiye, bo ku li rêwresma çileya Îmam Husên beşdar bin. Wekî xwe behs kir, ew bi xwe û malbata xwe ji mezheba Sunnene, lê belê “Îmam Husên hindî mezin û azîze ku hemû dîn û mezheb rêz lê digrin”, her wiha got: “Gelek ji sunneyên Îranê li vê merasîmê da beşdariyê dikin”.
Li bersîva wê pirsyarê da ku heta çi radeyê ji xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî razî yî? got: “Min li Îranê jî temaşa karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku herdem li qadê dane ji bo xizmetkirinê, her kesek navê (BCF) li google bike, dibînê ev dezgehe çend pîroze û çawa xizmetê kiriye”.
Xulam Hesen Qehremanzade, xorteke temen 12 sale û nîştecihê bajarê (Xoy)ê ye li tixûbê parêzgeha Azerbaycan û ew jî yek ji wan hezaran ziyaretkarane ku spasî xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dike, lê belê rexne jî heye û her li vî derbarî de dibêje: “Pêwîst bû perdeyên di navbera hola bîhnvedana zilaman û jinan dirêjtir bin, her wiha kombar û betaniye kêmin û diviya bêne zêdetir kirin, ji ber ku hezaran kes serdana vir dikin”.
Neîme Rehîm Azerî, jineke temen navende û zarokek li himbêz girtiye û hewl dide wê hênik bike, wekî ku ew bi xwe behs kir, nîştecihê bajarê (Merend) e li tixûbê parêzgeha Azerbaycanê, di derbarê bi hêsankariyan û xizmetguzariyan dibêje: “Kedeke mezin dane, xweda ji wan razî bê. Li vê cihê hewandinê cihê xwarin û vexwarin, pizîşk û derman jî heye, hewlên wan jî li gel wê yekê ku gelek mezine, lê belê gelek hênikin û destên wan xweş bê. Birastî spasî dezgeha we û xelkê Kurdistanê dikîn, gelek hevkariya me kirine”.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), hefteyek berî hatina ziyaretkarên Îranî ji bo beşdariya li rêwresma matemêniya çileya Îmam Husên, dest bi amadekariyê kirin û li parka Şehîd Samî Abdulrehman li Hewlêrê, cihê hewandina wan (Bi xwarin û vexwarin û xizmetguzariyên tendirustiyê) ji bo hate dabîn kirin.
Yekem karwana ziyaretkaran rêkefta 18\08\2023 li tixûbê derbasgeha Hacî Omeran ve hêsankarî ji bo wan hate kirin û gihîştin cihê hewandina wan ya li Hewlêrê û ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Heta niha hatina karwana ziyaretkaran rojane berdewame û piştî bîhnvedan û hewandinê ber bi Bexda û Kerbela ve têne şandin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, sala par jî pêşwazî û xizmeta nêzîkî 300 hezar ziyaretkarên Îranî kir ku ji bo beşdariya li rêwresma matemêniya çileya Îmam Husên, piştî hewandina wan ji Hewlêra paytext, serdana (Bexda û Kerbela) yê kirin.
Îsal roja çarşem rêkefta 06\09\2023 salvegera roja çileya şehîdkirina Îmam Husêne û misilman bi Şîe û Sunne ve, pirse û matemêniyê digêrin, lê belê misilmanên Şîe li vê rêwresmê da axê li xwe kirin û li xwe dan û gelek taybetmendiyên din bikartinin.
Li rojên 9 û 10ê meha Muherema sala 61ê koçî beranber bi sala 680ê zayînî, Îmam Husên û 72 hevalên xwe li şerê Kerbela hatin şehîd kirin. Ew dû roje bi tasûa û aşûra hatine nasîn.
Ziyaretkaran spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Hikumet û xelkê Kurdistanê kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest