Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevbeşî li gel birêzan Şiwan Zirarî, Armanc Hîlal Kawanî, Dr Cengî Celal, rêkefta 11\09\2023 li Şeqlawe, ahengekî şevê ji bo diyarxistina şiyan û behreya xwediyê pêdiviyên taybet rêk xist.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li destpêka rêwresmê da, ji bilî bixêrhatina amadebûyan û derbirîna sersamiya wan bi kar û berhemên xweşikên xwediyê pêdiviyên taybet, got: “Me peyvekî Barzaniyê Nemir kiriye diruşma karên xwe ku kerem kiriye: Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”. Paşê rû li behredarên xwediyê pêdiviyên taybet ku li vê rêwresmê da beşdar bûn, got: “Îro we karekî bêhempa û xweşik pêşkêşî me kir, we hizrek pê bexşîn ku birastî dibê zêdetir hizir lê bikîn û zêdetir kar li ser bikîn. We selmand ku me pêwîstî bi we heye. Neku we pêwîstî bi me hebê”. Her wiha got: “We bi kar û berhemên xwe yên xweşik nîşan da, mirovê Kurd (bi jin û zilam ve) çendî amadeye li ser piyê xwe rawestê û jiyanekî şerefmendane û hêja ji bo xwe dabîn bike”.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ewe jî xisterû ku daxwaz ji birêz Qaymeqamê Şeqlawe kiriye, cihek dabîn bikin, ji bo ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wê cihê da, cihekî taybet ji bo nîmayişkirin û bi bazarkirina berhemên her yek ji wan behredaran dirust bike.
Paşê birêz Karwan Kerîmxan Qaymeqamê Şeqlawe, gotarekî pêşkêş kir û piştî bixêrhatina amadebuyan, spas û pêzanînên xwe ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û sermayedarên birêz derbirî û got: “Berpirsiyariyetiyekî mezin li ser şayanî xwe dirust kiriye û xweşhalîn ku em jî pêşberê wê karê dibîn û li xizmeta xwediyê pêdiviyên taybet da dibîn”.
Qaymeqamê Şeqlawe tekez li wê yekê kir Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, kariye di demên derbasbûyî bi nêrîneke mirovdostane li warên cûda cûda da xizmetê bike. Behsa ewe jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala derbasbûyî 203 xwendingehan nûjen kiriye, îsal jî biryare çendîn xwendingehên din li devera Şeqlawe nûjen bikin. Bi gotina: “Ew destên ji bo hevkariya nevî têne kirin, gelek pîroztirin ji wan destên ji bo duakirinê têne bilind kirin”.
Paşê birêz Dr Cengî Celal li axaftina xwe de, behsa projeyekî kir ku li sala 2021 ji bo 40 xwediyê pêdiviyên taybet li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî bi cîhkiriye, îro jî 17 kesên xwediyê pêdiviyên taybet bi behre û karên xwe yên destî li ahenga şevê de beşdarin, her wiha spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku destpêşxeriyê kiriye, bi hizra wê yekê ku cîheke taybet ji bo berhemên xwediyê pêdiviyên taybet bê dabîn kirin.
Paşê birêz Saman Abdulla bi navê Desteya Kargêriya Rêxistina Baweş ya ji bo xwediyê pêdiviyên taybet ku wekî behs kir” 1125 endamên wan heye, li axaftina xwe de xweşhaliya xwe ji bo bîrokeya dabînkirina cîheke ji bo nimayîşa behreyên xwediyê pêdiviyên taybet derbirî û bi spas û pêzanînê ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê yên li vî warî da dawiyê bi axaftina xwe anî.
Beşa dawî ya wê ahenga şevê da, pêşkêşkirina çend stran û şîvek ji bo amadebûyan, xwediyê behrekan jî hevkariya nextîne û paketên xorekê pêşkêş kirin.
Şeqlawe… Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ahengekê şevê ji bo xwediyê pêdiviyên taybet rêk xist
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest