Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li Navenda Rewşenbîrî û Civakiya Tîrêj li wargeha Basirme ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, rêkefta 08/09/2023 xulekî komputerî vekir. Heman demê de rêxistina (Wings of Help) 7 leptopê pêşkêşî navendê kir ji bo ku li vê xulê da sûd jê werbigrin.
Rêkefta 10/09/2023 kompanya (Brayt Kasl Motorz Mercedes Benz), bi hemahengî li gel nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kargêriya wargeha Basirme, waneyekî hişyariyê ji bo zarokên wargehê li ser çawayiya parastin û pakijiya didanê pêşkêş kir, heman demê de komek pizîşkên didanê pişkinînê didanê zarokan kir û diyariyê li ser wan da dabeş kir. Li vê çalakiyê de 286 zarok sûdmend bûn.
Her li heman rojê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina (DCVAW), semînerekî ji bo keçên wargehê di derbarê bi cûreyên tundutîjiya malbat û xerap bikaranîna mobail pêşkêş kir, 20 keç têda beşdar bûn.
Roja paştir rêkefta 11\09\2023 bi hevkariya rêxistina (PAO) waneyek di derbarê bi girîngiya perwerde û amadekariyên ji bo sala nû ya xwendinê pêşkêş kir 18 xwendekar jê sûdmend bûn.