Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ahenga derçûna 17 zarokên li Navenda Îmaratî ya Otîzmê sazdike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 2\09\2023 li Hewlêrê, bi amadebûna birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Konsolê Giştiyê Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiyê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Birîkarê Wezîrê Kar û Karubarê Civakî û hejmarek ji Nûnerên rêxistinên navxweyî û navdewletî û sermayedaran û xêrxwazan, ahengekî taybetî bi helkefta xula sêyema derçûyên Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê saz kir ku li wê xulê de 17 zarok derçûn.
Li vê ahengê de, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî bixêrhatina amadebuyan, tîşk xiste li ser hevkariyên birêz Konsolê Giştiyê Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê û got: “Cihê xwe ye spasî taybetî Îmarat bikîn li wan hemû piştevaniyên ku wan ji bo xelkê Kurdistanê, koçberan, penaberan hebû û ew piştevaniya bihêza ku ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hebû”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rola rêzdar Mesrûr Barzanî ya li binyadnan û geşkirina Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzm bilind nirxand û her li vî derbarî de got: “Spasiyeke taybetî cenabê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê dikîn, ji bo wan diyariyên ku bi malbatên zarokên Otîzmê bexşî û spasiyekî bêpayanê Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê jî dikîn ku karîn bi awayeke baş sûd ji wê sermayê werbigrin”.
Her wiha ji bo ragihandinê jî got: “Ragihandkarên xweşdivî spasî taybet ji bo we jî ku berdewam we girîngiyê bi wê Navendê û karubarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daye”. Heman demê de mizgîniya ewe da ku li zûtirîn demê da li Soran jî Navendekî wekî vê vedikin.
Birêz Dr. Rewşt Reşîd Pizîşkê Pîsporê Derûnî û Serpereştyarê Derûnî ya Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzm, gotinên xwe bi wê peyamê destpêkir: “Otîzm trajedî nîne, lê belê tênegihiştina li Otîzmê trajediyaye”, Paşê pîrozbahiyê li Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzm û dayik û bavên zarokên derçûyî kir, bi wê yekê ku ew 17 zarok dikarin wekî xwendekarên asayî li navendên xwendinê bixwînin, ku çar ji wan diçin bexçeya zarokan û ewên din li xwendingehên bingehîn – pola yekê seretayî dixwînin. Ewe jî bi “destkeftekî mezin” da zanîn.
Birêz Zekiye Seyid Salih Birîkarê Wezîrê Karukarubarê Civakî, ji bilî destxweşî û derbirîna spas û pêzanînê ji bo erk û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sora Îmaratî li Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê balkişand li ser wê yekê ku li Wezareta Karukarubarê Civakî yasaya hejmara 22 sala 2011 heye û li gor wê yasayê rahênan bi xwediyê pêdiviyên taybet tê kirin û ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hevkariyên maddî tê kirin, her wiha muhleta bixêwkar bi wan kesan tê dayîn ku serpereştiya wan xwediyê pêdiviyên taybet dike, zarokên Otîzmê jî pêdiviyên taybet dixwazin. Her wiha got: “6 Navendên Otîzmên hikûmî heye ku nêzîkî 180 zarokên otîzmê li xwe girtiye. Her wiha muhleta vekirina Navenda Otîzmê li vê kabîneyê da bi 38 Navendên taybet hatiye dayîn ku nêzîkî 1500 zarok li vê navendê dane”.
Li beşa dawiya vê ahengêran da, zarokên Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê, şanoyek pêşkêş kirin, keçekî dest rengînê otîzmê jî jenyarê piyano bû. Paşê bawername ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Dr Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê û Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi zarokên derçû pêşkêş kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest