Bi amadebûna birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Birêveberê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Dihokê û Nûnerê Rêxistina MAIN ya Norwêcî, li civîneke rojnamevaniyê da ku li rêkefta 17\09\2023 li Dihokê birêveçû, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û rêxistina MAIN ya Norwêcî, 16.000.000 dolar derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî bi Birêveberayetiya Giştiya Tendirustiya Dihokê dikin.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li daxuyaniyek da ji bo medyakaran balkişand li ser wê yekê ku pêwîste spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê Dihokê bê kirin, ji ber wê pêşwaziya ku li xelkê koçber û penaberan kir. Ewe jî bi cihê şanaziyekî mezin da zanîn. Behsa ewe jî kir li hemû platform û beşdariyekî navdewletî da ji ber ku xizmetkirina koçber û penaberan bi serekî bilind ve amade dibîn û got: “Mixabin hê jî nêzîkî milyonek koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene, 35 wargeh hê jî mane, li gel ewe da jî hevkariya navdewletî jî gelek kêm bûye, lê belê Hikumeta Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî bi mafên mirov pêdagir bûn û xizmeta koçber û penaberan dikin, heta wê demê ku bi awayeke dilxwaziya xwe vegerin li ser warên xwe”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tekez li wê yekê kir ku beşekî zêdeyê koçberan welatiyên Iraqê ne û erkê ser milê Hikumeta Iraqe ku agahdarê wan bê û xizmeta wan bike. Li beşekî dinê axaftina xwe de, wê yekê dûpat kir ku di demek de hevkariyên welatan û rêxistinên alîkarîbexş kêm bûne û beşek ji wan her nemane, rêxistina MAIN ya Norwêcî hatiye û bi projeyekî mezin û girêbestekî demdirêj li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xizmetê bi koçber û penaberan û xelkê xwecihiyê Herêma Kurdistanê dikin. Heman demê de got: “Eger koçber û penaber jî li Herêma Kurdistanê nemînin, ku ewe hêviya me ya mezine bi dilê xwe û di demeke nêzîk da vegerin li ser warên xwe, lê belê xelkê vir pêwîstî bi alîkariyê heye, pêwîstiya wan bi xizmetkirinê heye, eger wekî qerebûyek jî bê, pêwîste rêzgirtinek hebê, destxweşiyek hebê, ji bo wan hemû zehmetên ku xelkê vir beranber koçber û penaberan li stûyên xwe girtin”.
Birêz Musa Ehmed ewe jî xiste rû ku li gor amarên Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Dihokê, hejmara nexweşên koçber û penaberan li hemû nexweşxaneyên tixûbê parêzgeha Dihokê gelek ji xelkê xwecihî zêdetire. Tekez li wê yekê jî kir ku koçberên Êzdî ji dojeha Da’îş rizgar bune, hatine nav dojeha wargehan, hemû koçber jî xelkê welatê Iraqê ne û bi taybetî Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ji wan berpirsiyare û pêwîste li rûyê pêdiviyên xwarin û tendirustî û rexsandina derfeta kar û …hwd alîkarê wan bê.
Birêz Dr Lezgîn Cemîl Nûnerê Rêxistina MAIN ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê li axaftina xwe de behsa ewe kir, rêxistina wan bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi 18.000.000 dolar dermanan amade kirine, ji bo Herêma Kurdistanê û got: “Em hewl didîn li hevkariyan berdewam bîn û çendîn rêxistinên dinê navdewletî jî bînîn Herêma Kurdistanê”.
Birêz Efrasyab Musa Birêveberê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Dihokê, di destpêkê de spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN ya Norwêcî kir ji bo hevkariyên wan ku li çend salên derbasbûyî de berdewam bûye, bi taybetî alîkariyên îsal ku dermanên şêrpence û nexweşiyên demdirêj li xwe girtiye ku li Herêma Kurdistanê destxistina wan ne hêsane.


