Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya xêrxwazên navxweyî û biyanî, li rêkefta 14\09\2023 projeya dabeşkirina pêdiviyên xwendekaran ragihand.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li daxuyaniyek da ji bo medyakaran tekez li ser wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem girîngiyê bi perwerde û xwendekaran daye, ewe jî xiste rû ku îsal bi mebesta nehiştina sê dewamî li xwendingehan, bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde û bi hevkariya sermayedarên Kurdistanê û hejmarek ji rêxistinên navdewletî, zêdetirê 135 jûrên xwendinê ji bo xwendingehên Herêma Kurdistanê hatine dirust kirin ku zêdetirê du milyar dinar têçûya buye.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, behsa hevkariyên Dezgehê ya ji bo zarokên azîz (sêwî) kir ku zêdetirê 16.000 azîzin û her hemû jî xwendekarin û bi mercek ji wan hevkariyan sûdmend dibin ku li xwendinê berdewam bin. Her wiha got: “21.000 setê çanta û perawgeh û pêwîstiyên pêşbînîkirî ji bo salekî ya xwendekaran hatine amade kirin û proje jî bi vekirî dimîne, Kerkûk û Mûsilê jî li xwe digre.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dawiya axaftina xwe de, spasî hevbeşên wê projeyê kir ku pêkhatibû ji (Xwendingeha Medya ya Navdewletî, kompanya Geliava, kompanya Belav, Kompanya Moonline, kompanya navdewletiya Koist, xwendingeha Cîhan, kompanya Dubai Towers, parêzer Sefîn Yasîn).