Ji bo lêkolîneran! Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşbaziya lêkolînên bêhempa radigihîne

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevbeşiya Zanîngeha Lubnanî – Fransî, projeya pêşbaziya lêkolînên bêhempa ji bo lêkolîberên li warên zanistî yên cûr bi cûr ragihand.
Li gor naveroka projeya pêşbaziya lêkolînên bêhempa, zêdetirê beş û waran li xwe digrê, ji wan warên: zanista mirovî, zanista teknelojiya, zanista tendirustî, zanista aborî û kargêrî, zanista jîngehî û guhertinên keşûhewa, lêkolîner dikarin lêkolînên xwe bişînin bo ku beşdariya pêşbaziyê bikin.
Heman demê de lîjneyekî pîspor ku ji çend profesorek her yek ji warên cûda pêkhatine û nirxandinê ji bo lêkolînan dikin, lêkolînên serketî jî li her yek ji wan waran bi cûda, xelata du milyon dînar werdigre û lêkolîn jî li kovara zanistiya (Qelaya Zanistî) ya Zanîngeha Lubnanî – Fransî tê belavkirin.
Wergirtina lêkolînê ji bo pêşbaziyê li rêkefta 5ê 9ê 2023 destpêkiriye û li rêkefta 5ê 11ê 2023 bi dawî tê, encama pêşbaziyê jî li rêkefta 7ê 12ê 2023 li hola konferansan, li Zanîngeha Lubnanî – Fransî li Hewlêrê tê ragihandin.

Merc û taybetmendiyên lêkolîn û lêkolîneran ji bo beşdarîkirinê:

Pêwîste lêkolîner bi aliyên kêm derketî, yan xwendekarê bekalorya bê.
Lêkolîn berê li çi cîheke din nehatibe belav kirin.
Lêkolîn tenê beramberkirin yan şîrovekarî nebê, belku pêwîste encam û çareseriyê li xwe bigre.
Lêkolîn bi her zimanek (Kurdî – Erebî – Înglîzî) bê, qebulkirî dibe.


Dema wergirtin û ragihandina encaman:

Wergirtina lêkolînan li rêkefta 5ê 9ê 2023 destîpêkiriye û li rêkefta 5ê 11ê 2023 bi dawî dibe.
Encam li rêkefta 7ê 12ê 2023 li hola konferansan ya Zanîngeha Lubnanî – Fransî tê ragihandin.
Xelata serketiyan:

(2.000.000) dû milyon dînarên Iraqî wekî xelat didin lêkolîna yekem li her warek bê.
Lêkolîn li kovara zanistiya “Qelaya Zanist” ya Zanîngeha Lubnanî Fransî tê belavkirin.
Lêkolîner dikarin li rêya vê emailê lêkolînên xwe bişînin: rec@lfu.edu.krd

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest