23 xwendekarên Mêrgesor beşdariya “Palewanêtiya Hîwa” ya topapê kirin

Bi amadebûna rêzdar Îdrîs Nêçîrvan Barzanî û li jêr çavdêriya rêzdar Çiyavan Nêçîrvan Barzanî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 22\09\2023 li Yarîgeha Gundê Barzan li Mêrgesorê, li rêwresmek da destpêkirina xula “Palewanêtiya Hîwa” ya ji bo yariya topapê ya biçûkkirî ragihand.
Li destpêka vekirina xulê da, rêzdar Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gotarek pêşkêş kir û ji bilî bixêrhatina amadebûyan balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem girîngiyê bi perwerde û xwendekaran daye, ewe jî xiste rû ku sala par 203 navendên xwendinê hatine nûjen kirin û îsal jî (2023) li ser daxwaza Wezareta Perwerde, bi mebesta nehiştina sê dewamî li xwendingehan, bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde û bi hevkariya sermayedarên Kurdistanê û hejmarek ji rêxistinên navdewletî, zêdetirê 135 jûrên xwendinê ji bo xwendingehên Herêma Kurdistanê hatine dirust kirin. Her wiha 25.000 çanta û setên perawgehê ji bo xwendekaran hatiye dabîn kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dirêjahiya axaftina xwe da, tîşk xiste li ser alîkariyên Dezgehê ya ji bo zarokên azîz (sêwî) û bi taybetî zarokên şehîdên serbilind ku bi piştevaniya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û alîkariya xêrxwazên navxweyî û biyanî, hevkariya nextîne û cûr bi cûr ji bo zêdetirê 20.000 zarokên azîz hatine dabîn kirin, her hemû jî xwendekarin û bi mercek ji wan hevkariyan sûdmend dibin ku li xwendinê berdewam bin. Ewe jî bi mezintirîn proje bi nav kir. Behsa ewe jî kir bi têçûya zêdetirê 100 milyon dolaran yekîneyên nîştecîhbûnê ji bo malbatên serbilindên şehîdan hatiye dirust kirin. Her wiha got: “Cihê dilxweşiye û em serfirazîn ku li jêr serpereştî û çavdêriya cenabê Mela Mistefa Barzanî (Babo) girîngiyekî zêde bi devera Barzan hatiye dayîn û her çi jî ji bo wan bê kirin, hê jî kême. Madem em jî karwana wê rêbazêne û bi taybetî jî ku me axaftinekî Barzaniyê Nemir kiriye diruşma karê xwe ku kerem kiriye: “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”, li wê xizmetkariyê berdewam dibîn.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wê peyamê jî pêşkêşî werzîşvanên beşdarbûyê xulê kir ku birêveçûna palewaniyetiyê derfeteke ji bo rêzgirtina hevdû û birayetî û berev pêşveçûna werzîş ya li deverê û hemû Kurdistanê, daxwaz jî li xwendekaran kir, baştir bixwînin û baştir xwe perwerde bikin, bi taybetî li warê werzîşê da, her wiha got: “Eqlî salim li leşê salim û leşê salim jî bi werzîş pêş dikevê. Ew jî hemû şîretên berdewamê hêja Çiyavan Nêçîrvan Îdrîs Barzanî bûn ku xula baş û cûr bi cûr ji bo lawan bê kirin. Hevalên me jî hewl dane, navbijwan li asta navdewletî da bin”.
Paşê rêzdar Çiyavan Nêçîrvan Barzanî gotarekî pêşkêş kir û ji bilî bixêrhatina amadebûyan û derbirîna spas û pêzanînên ji bo hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîşk xiste li ser karîgeriyên erêniyên werzîşê û got: “Bi vê çalakiyê dixwazim xizmeta lawan û werzîşê bikîn, piştevan û hevkar bîn ji bo serxistina zêdetirê werzîşa li vê navçeyê, em law hêz û hêviya niha û paşeroja Kurdistanê ne. Werzîş me fêr dike, ne dorandin, ne serkeftin dawî nîne, belku hemû serkeftinek li ser hewl û keda me rawestaye”. Hêvî jî xwest, berdewam çalakiyên werzîşî li vir û li hemû navçeyên Kurdistanê bibînîn, got jî: “Hêvîdarim em jî bikarîn hevkar bîn ji bo piştgîriya li werzîş û werzîşkaran û werzîşdostan û em hemû pêkve bikarîn xizmeta welatê xwe bikîn”.
Li ser raspardeya rêzdar Çiyavan Nêçîrvan Barzanî bi hevkarî û palpiştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta palpiştîkirina çîna xwendekaran û lawan li tixûbê perwerdeya Mêrgesor û bi armanca dirustkirina ruhiyeta pêşbirkê û rexsandina derfetan ji bo xwendekarên behremend, xula palewanêtiya Hîwa destpêkir ku heta yek mehan berdewam dibe. Şêwaza derxistina tîpan bi du doranan dibê, tixûb jî kirine bi du beşan (Bazneya Goretû û Bazneya Barzan) hemû kelupel û pêdiviyên xulê û veguhestin jî ji bo beşdarbuyan hatiye dabîn kirin.
Yarî li demjimêr 5ê êvarê ya rojên (Pênçşem, în û şemiyê) birêvediçin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest