Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya Pêşangeha Hela Kar kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja dûşema rêkefta 25\09\2023 beşdariya Pêşangeha Hela Kar ya li Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê kir.
Pêşangeh ji aliyê Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê bi hevbeşî li gel rêxistina Xoraka Cîhanî (WFP) hatibû rêkxistin ku zêdetirê 25 kompanya û rêxistinên navxweyî û cîhanî têda beşdarbûn.
Pêşangeh bi amadebûna rêzdaran Birîkarê Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Serokê Zanîngeha Polîteknîkî û Parêzgerê Hewlêrê û Birêveberê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê rêxistin û kompanyayan hatibû vekirin.
Armanca vekirina pêşangehê rexsandina derfetê bû ji bo hev nêzîkkirina xwendekaran li gel kompanya û rêxistinan bi mebesta peydakirina hela kar û ji bo ku bikarin têkiliyê bi bazara kar bikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest