Piştî ku Desteya Hawar çûna Mirovî û mafê mirov û azadiyan (IHH) li Tirkiye, tîmekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo beşdarîkirina li xula rizgarkirinê vexwendin Tirkiye, rêkefta 23/11/2022 tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji 17 kesan pêkhatibûn, li yekem roja meşq û rahênanê de beşdariyê kirin.
Li vê xula li qonaxa yekem da ku ji bo 9 rojan berdewam bû, xul sê waran li xwe girtibû.
Yekem: Lêgerîn û rizgarkirina li cihên dijwar û bilind.
Duyem: Lêgerîn û peydakirin û rizgarkirina xelkê li bin avahiyên rûxayê (Ji ber erdhejê, teqîn, yan her sedemeke din).
Sêyem: Lêgerîn û rizgarkirina li nav goma avê û rûbarên kûr.
Li qonaxa duyema xulê sala (2023) li Hewlêrê birêveçû. Wate rahênerên (IHH) hatibûn Herêma Kurdistanê û li qonaxa sêyem û dawî 9 kes têne destebijêr kirin. Xula sêyema rahênana lêgerîn û rizgarkirina li xweza û li nav bajar û avê da, li rojên 21/09/2023 heta 28/09/2023 berdewam dibê û tîmekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibine rahênerê vê warê û li dawiya rahênanê jî bawernameya rahênerayetiyê bi beşdarbuyan tê dayîn.
Babet pêkhatibûn ji rizgarkirina li cihên bilind, dagirtin û bilindkirina berbest û dirustkirina hêla asmanî.
Desteya Hawarçûna Mirovî û Mafê Mirov û Azadiyan (IHH) sala 1992 hatiye damezrandin û yek ji mezintirîn rêxistinên rojhilata navîne û zêdetirê 1.800 xwebexş kar têda dikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî armanceke mezin ya ji bo xizmetkirina lêqewimiyan heye. Ji bo wê yekê ji bilî li gihandina hevkariyan û alîkariya koçber û penaberan, planê ji bo hawarçûna bi lez û çalakiyên rizgarkirinê jî daniye. Bi hemahengî li gel aliyên peywendîdarên hikûmî û nehikûmî li wî warî da jî çalak dibe.