Karesata Hemdaniyê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şînê girt, lê belê li helmeta hawarçûn û xizmetguzariyê berdewame

Li rûdana agirketina ahengekî bûk veguhestina li bajarê Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînowa, zêdetirê 115 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn.
Li ser dawaziya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, 67 birîndarên rûdanê ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatin veguhestin, ji wê hejmarê 47 birîndar li Hewlêr û 20 birîndar jî li nexweşxaneyên Dihokê li jêr çavdêriya çir ya tendirustiyê dane.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo çavdêrî û çareserkirina birîndarên karesata agirketina hola ahenga hevsergîriya li Hemdaniye, hemû pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên Hewlêr û Dihokê kir.
Pêşkêşkirina wan hevkariyan, li çarçêweya bihanave hatina tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo nexweşxaneyan li ser daxwaza Wezareta Tendirustiyê bû, ji ber ku guvaşeke zêde li ser nexweşxaneyan dirust bibû.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmeta hawarçûn û xizmetguzariya ji bo qurbaniyên wê karesatê berdewam dibê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest