Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çawa bi alîkariya lêqewimiyên karesata Hemdaniye ve çû?

“Çawa dîn û har nebim? zarok û ciwan û pîrên me bûne bi rejû û xwelî. Kes hawara me nehat, tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nebê ku heta niha jî serdan û hevkariyên xwe de berdewame”.

Eve axaftina bavekî cerg şewitiyê karesata Hemdaniye bû ku ji bilî wê yekê ku kurê wî canê xwe ji dest daye, hevjîna wî jî li bin çavdêriya çir ya pizîşkî daye.
Li rûdana agirketina li ahengekî bûk veguhestinê ya li Hemdaniye, zêdetirê 100 kesan canê xwe ji dest da û nêzîkî 250 kes jî birîndar bûn. Têkilbûna şahî û şîn û stranên xweşî ji bo girînê li yek kêliyên demê da, ew jî ji destdana dehan kesukarên nêzîk, bi taqetê û bi birînê nakevîne.
Piştî rûdanê, rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku devdem Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) e, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raspard, bi lez helmeta hawarçûn û xizmetkirina qurbaniyên karesatê destpêbikin.
Piştî fermana rêzdar Serokê Desteya Damezrêneran, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li yekem demên rûdanê, serdana birîndaran kir. Bi piştevaniya Civaka Bankên Ehliyên Iraqê, her birîndarek yek milyon dînar wergirt, doşek û balîf û betanî û av û xoreka germ ji bo birîndaran û hevalên wan dabîn kir.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li civîneke rojnamevaniyê da ji bo medyayê, bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û xêrxwazên hevbeş bi hanave wan ve çûn, sersaxiyê li kesukarê qurbaniyan kirin û hêviya zûtir başbûna birîndaran xwest.
Her wiha got: “Ew karesateke mezin û dijhejîn bû. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hizûrekî giştgîr û hemû aliyaneya xwe heye ji bo xizmetkirina welatiyan, bi taybetî li jêr wê gotina bi nirxa Barzaniyê Nemir ku kerem kiriye: “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”.
Ewe jî dûpat kir ku ji aliyê rêzdaran Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatiye raspardin ku ewê li şiyana me da bê, xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan bikin.
67 birîndarên rûdanê ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin, ji wê hejmarê 47 birîndar li Hewlêr û 20 birîndar jî li nexweşxaneyên Dihokê li jêr çavdêriya çir ya tendirustiyê dane.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo çavdêrî û çareserkirina birîndarên karesata agirketinê li hola ahenga hevsergîrî li Hemdaniye, hemû pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî bi nexweşxaneyên Hewlêr û Dihokê kir.
Pêşkêşkirina wan hevkariyan, li çarçêweya bi hanave hatina tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo nexweşxaneyan li ser daxwaza Wezareta Tendirustiyê bû, ji ber wê guvaşeke zêde li ser nexweşxaneyan dirust bibû.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmeta hawar çûn û xizmetguzariya ji bo qurbaniyên wê karesatê de berdewam dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest