Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kongreya Pizîşkên Kurd li Almanya de beşdariyê kir

Li ser vexwendineke fermî ya Pizîşkên Kurdên Mezopotamya li derveyê welat li bajarê Berlînê, birêz Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Karubarê Ewrupa û Amerîka ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), beşdarî li nehemîn konferansa Pizîşkên Kurdên Mezopotamya kir ku li rêkkefta 29/09/2023 heta 01/10/2023 berdewam bû.
Konferansa Pizîşkên Kurdên Mezopotamya ji çendîn doktor û pîsporên tendirustiyên Kurdên li Ewrupa pêkhatine ku çendîn sale xizmetê bi doza Kurdistanê dikin. Diyare ev konferans salane bi amadebûna pizîşk û pîsporên Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê karên xwe her salê li welatek encam dide.
Îsal mîhvandariya taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kirin bo ku aliyên xêrxwaziyê û hemahengiya di navbera komeleyên Kurdî yên li derveyê welat û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bibê mijareke girîngê konferansê.
Li duyem roja konferansê birêz Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî û Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrupa, gotarek pêşkêş kir û bi data û zanyariyan, behsa bandora hevkarî û hemahengiya di navbera rêxistinên Kurdistaniyan û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li qeyranan kir, bi taybetî rola wan ya li rûdanên erdhejên Bakûr û Rojavaya Kurdistanê xistin rû.
Diyare amadebûna şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li konferasê cihê dilxweşî û rizamendiya amadebûyan bû, ji bilî li gotarê, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, birêz Awat Mistefa îdareya yek ji panêlan kir ku taybet bû bi hevkariya mirovî û hemahengiya di navbera rêxistinên mirovî li derveyê welat û Kurdistan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest