Li Şingalê paketên xorekê li ser koçberên vegeriyayî dabeş kirin

Hejmarek ji koçberên Şingalê bi warên xwe şad dibin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî wekî palpiştiyek, paketên xorekê ji bo wan dabîn dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja 7.11.2023 li Şingalê, paketên xorekê li ser wan malbatan da dabeş kir ku îsal ji wargehan ve vegeriyane li ser warên xwe û ji jiyana koçberiyê rizgar bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, herdem palpiştiya wê yekê kiriye ku koçber û penaber bi awayeke dilxwazane vegerin li ser warên xwe. Xwazyarê ewe jî buye, hemû kempnişînên Kurdistanê (bi koçber û penaberan ve) heta şadbûna wan bi mal û warên xwe, palpiştiya navxweyî û derekî li hemû warên hevkariyên nextîne, xorekî û nexorakî, perwerde û tendirustî û xizmetguzarî û …hwd, xizmeta wan bê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest