Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî “Tîma bilinda bersîvdana karesatan” amade dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan li Hewlêr û Komeleya Heyva Sora Iraqî – Leqa Hewlêrê, xula amadekariya ji bo bersîvdan û rûbirûbûna karesatên sirûştî vekirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja 30.10.2023 li Serokayetiya Dezgehê li Hewlêr, bi hevbeşî li gel Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan li Hewlêr û Komeleya Heyva Sora Iraqî – Leqa Hewlêr, xulekî amadekariyê ji bo rûbirûbûna karesatên sirûştî vekir.
Ev kurs û xul ji bo 3 rojan berdewam bû ku warên berevaniya şaristanî, hawarçûnên seretayî û rêxistinî pêşkêşkirina hevkariyê di demên rûdana karesatên sirûştî li xwe girtibû.
Di vê xulê da rahênerên bi ezmûnê her sê hevbeşên xulê, tîmekî çalak û şareza 55 kesan amade kirin ku navê wê “Tîma Bilinda Bersîvdana Karesatane” ji bo tîmên beşdarbûyan xulek hilbijartine.
Piştî dawî hatina xula sê rojî birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê” ji bilî pîrozbahiya li beşdarbûyên xulê ku hejmareke zêdeyê wan ji kesên xwebexş pêkhatibûn, karên wan gelek bi bilind hate nirxandin û paşê bawername li ser beşdarbuyên xulê da dabeş kirin û spasnameya bi rahênerên xulê pêşkêş kirin.
Birêz Îsmaîl Abdulezîz Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, şîreteke hûr wekî wane, di derbarê rêxistina pêşkêşkirina hevkariyê di dema rûdanên karesatên xwezayî de pêşkêşî beşdarbuyên xulê kir û têda tekez li wê yekê kir ku her helmetekî bi vî awayî ji bo alîkariya mirovî pêwîste bi tîm û bi plan karê bi lez bê kirin.
Birêz Sîtav Aso Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêr ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di derbarê vekirina xulê ragihand: “Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) berdewam li warê pêşkêşkirina hevkariyên cûr bi cûr di dema rûdana karesatên xwezayî wekî erdhej û lehî û agirketin, li cihên rûdanan amade bûn. Her wiha li derveyê tixûbên Herêma Kurdistan û Iraqê, li welatên dûr û nêzîk jî di dema rûdana karesatan xwe gihandiye xelkê lêqewimî û li dabînkirina cihên mayînê û pêşkêşkirina xorek û ciluberg û kelupelên navmalê û xizmetguzariyên pizîşkî û hwd… roleke ber bi çav hebuye.”
Birêz Rêbwar Abdulmecîd yek ji rahênerên xulê û Berpirsê Peywendiyan û Endamê Desteya Kargêriya Tîma Bersîvdana Qeyranan li Hewlêr, heman demê de wanebêje li berevaniya şaristanî û pîspore li agirkujandinê, di derbarê vekirina xulê de got: “Min li vê xulê da waneya çawayiya agirketin û sedemên wê û rêyên kontrolkirina agir û temirandina wê û selametiya tîman û çawayiya hevkariyan di dema rûdanên erdhej û lehiyan de got. Bi giştî ev tîm bi baştirîn awayê zanistî ji bo berevaniyê li gel her egerekî rûdana karesatên xwezayî û nexwezayî têne amade kirin”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest