Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û nûnerên du rêxistinên biyanî serdana xaneya bê serpereştan kirin

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Cîgirê wî û Nûnerên rêxistina (Caritas) û rêxistina (Helfen Bringt Freude) serdana xaneya bê serpereştan ya li Hewlêrê kirin. Li vê serdanê da cilên zivistanê li ser zarokên bê serpereşt da dabeş kirin.
Birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê rêxistina (Caritas) û (Helfen Bringt Freude) ya Almanî, roja 17.10.2023 serdana xaneya bê serpereştan ya li Hewlêrê kirin. Li vê serdanê da cilê zivistanê li ser zarokên bê serpereşt da dabeş kirin. Piştî xwarina dana nîvro, Birêveber û karmend û zarokên xaneyê spas û pêzanînên xwe ji bo hemû hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derbirî.
Birêz Sebah Osman, karmendê beşa yasayî ya li Birêveberiya Çavdêriyê ku yek ji karmendên xaneya bê serpereştane li Hewlêr, ragihand, çendîn sale li wê xaneyê da jiyaye û paşê jî wekî karmend li wir damezraye. Her li vî derbarî de li daxuyaniyeke taybet ji bo medya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Zarokên bênaz û bê serpereşt li vê xaneyê da, derfeta xwendinê ji bo direxsênin, ez jî çendîn salan li vê xaneyê de jiyame û li vir mezin bûm û xwendim û paşê jî wekî karmend her li vê xaneyê hatime damezrandin”.
Her wiha tekez li ser wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, berdewam alîkariya hemecûr bi xaneya bêserpereştan gihandiye û her li vî derbarî de got: “Ez bi xwe li vê xaneyê da bûm û ji nêzîk ve agahdarim ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çi xizmetekî zêde kiriye. Herdem valahî û pêdiviyên vê xaneyê pir kiriye. Gelek caran hela kar û damezrandina wan ji bo xwediyê bawernameyên vê navendê rexsandiye. Bi taybetî birêz Kak Musa Ehmed em hemû bi bavê hejaran û zarokên bênaz dizanîn û spasî bê payan ji bo ked û dilsoziya wî heye. Hêvîdarim Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her berdewam bê û sih û sêberê wê li ser hejaran û lêqewimiyan de her bimînê”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest