Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya pêşangeha zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê ya ji bo hela kar kir

Li jêr çavdêriya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê pêşangeha hela kar vekir û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariyê li vê pêşangehê de kir.
Li jêr çavdêriya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, roja 26.10.2023, pêşangeha hela kar ji bo xwendekarên derçûyî ji aliyê Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê hate vekirin ku zêdetirê 40 kompanyayên kerta taybet li wê pêşangehê de beşdar bûn. Vekirina wê pêşangehê bi bi mebesta derxistina şiyana derçuyên zanîngehê û rexsandina derfeta kar bu. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) beşdariyê li vê pêşangehê kir û li gor pêwîst derfeta hela kar ji bo hejmarek ji derçuyên zanîngehê direxsênê.
Li vê pêşangehê da kompanyayên kerta taybet li gor pêdiviyên xwe derfeta 150 hela kar xisterû û (CV) yê li xwendekaran wergirt, bo ku di demele nêzîk da li gor pîsporiya wan kar bikin, bo vê mebestê jî navenda geşepêdana kar ya li Zanîngeha Polîteknîka Hewlêr dûvdaçûnê kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest