Piştînavendiya Meznê nasnavê xula palewaniya Hîwa bi dest ve anî

Yariyên xula “Palewanêtiya Hîwa” li yariya topa pêya biçûkkirî li Mêrgesorê ku li jêr çavdêriya rêzdar Çiyavan Nêçîrvan Barzanî birêveçûn, bi dawî hat û Piştînavendiya kuran ya Meznê karî bi lêdana yekalîker ve nasnavê xula Palewaniya Hîwa bi dest bîne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li jêr çavdêriya rêzdar Çiyavan Nêçîrvan Barzanî, rêkefta 22.09.2023 li yarîgeha gundê Barzan li Mêrgesor, li rêwresmek da destpêkirina xula “Palewanêtiya Hîwa” ya ji bo yariya topa pêya biçûkkirî ragihandibû. Yarî li demjimêr 5ê êvariya rojên (pêncşem, în û şemiyê) birêveçûn û zêdetirê mehekê berdewambû.
Her yek ji tîpên Barzan, Meznê, Pîran û Bilê gihîştin qonaxa çargoşeya zêrîn û li du yariyê da, bi lêdana yekalîker ve bi dawî hat ku Bilê beranber Barzan û Meznê jî beranber Pîranê yarî kir.
Roja şemiya rêkefta 28.10.2023 yariya dawî ya ji bo bidestanîna cama xulê li navbera tîpên piştînavendiya Meznê û Piştînavendiya Bilê hate encamdan, piştînavendiya kuran ya Meznê bi lêdana yekalîker nasnavê xula palewanêtiya Hîwa bi dest anî.
Li rêwresma dawiya xulê da birêzan Çiyavan Nêçîrvan Barzanî û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî madalyayan bi ser yarîzanên tîpa serketîda dabeş kirin.
Palewanêtiya Hîwa li ser raspardeya rêzdar Çiyavan Nêçîrvan Barzanî bi hevkarî û palpiştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi mebesta palpiştîkirina çîna xwendekaran û lawan li tixûbê perwerdeya Mêrgesor û bi amanca dirustkirina ruhîyeta pêşbirkê û rexsandina derfetan ji bo xwendekarên behremend destpêkir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest